PDK-S`ê nivîsgeha xwe li bajarê Qamişlo vekir

Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê nivîsgeha xwe li navçeya Şerqî (Rojhilat) a bajarê Qamişlo, vekir. Her wiha diyar kir ku ew destekê didin insiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD û ew ê ji bo serkeftina wê bi hemû hêza xwe bixebitin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk – Sûriyê mezintirîn partiyên siyasî yên di bin sîwana ENKS`ê de nivîsgeha xwe li navçeya Şerqî (Rojhilat) bajarê Qamişlo vekir.

ENKS`ê di 26`ê Cotmeha 2011`an de li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê hat damezirandin. Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Sûriyê ji girîngtirîn partiyên di bin sîwana ENKS`ê de ye.

Nivîsgeha PDK-S`ê piştî biryara destya hundrîn a herêma Cizîrê di adara 2017`an de hat girtin. Di biryarê de hatibû gotin divê hemû partiyên siyasî li herêmê serlêdana komîteya karûbarên partiyan bike, lê PDK-S`ê û hindek partiyên din serlêdan nekir û ji ber wê jî nivîsgeha wê hat girtin.

Di êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Fermandarê Giştî yê QSD`ê dest bi insiyatîfa yekîtiya kurdî kir. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derfet da partiyên ne ruxsetkirî ku nivîsgehên xwe careke din vekin, tewanên li dijî rêveberiya ENKS`ê werin rakirin û xebatên xwe yên siyasî bêyî ku erêkirina ewlehî bistînin, bikin.

Di demên dawî de PDK-S`ê nivîsgeha xwe li bajarê Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Amûdê û Dirbêsiyê vekir. Roja Înê jî li navçeya Şerqî (Rojhilat) a bajarê Qamişlo vekir. Niha jî amadekariyan dike ku nivîsgehên xwe li bajar û navçeyên din ji Rojava veke.

DIJMINÊN DOZA KURDAN PIRBÛNE

Endamê Komîteya Navendî yê Partiya Demokrata Kurdisatanî-Sûriye(PDK-S) Nafi Abdullah ji ajansê re diyar kir ku piştî vekirina nivîsgehên  xwe ew ê kar û xebata xwe ya siyasî berdewam bikin û hevdîtinên siyasî pêk bînin.

Abdullah destnîşan kir ku ew piştgiriya însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mezlûm Abdî dikin û wiha domand:"Em ê vê însiyatîfê bi ser bixînin, ji ber îro dijminên doza kudî pir bûne û em bi gefên dewleta TIrk re rû li rû ne."

Abdullah bal kişand ser girîniya yekrêziya siyasî ya kurdên li Sûriyê û karê avakirina mala Kurdan.

Di demeke ku kar û xebata belavkirina baweriya di nava komên kurdên li herêmên Rojava de zêde dibin, şandeya ENKS`ê di 19 Sibata 2020`an bi Wezîrê Karê Derve yê dewleta Tirk

 Mevlüt Çavuşoğlu re civiya û di civaka kurdî de gelek rapirsîn û nakokî derxistin ortê.

Hin kesên bi însiyatîfa yekitiya neteweyî rabûnê diyar kirin ku armanca sereke ji vexwendina dewleta Tirk ji ENKS`ê ew ku eşkere bibêje; li Rojava ew nûnerên gelên Kurd in û bi vê yekê însiyatîfa yekitiyê têk dibin.

Nafi di dawiyê de bang li partiyên siyasî kir ku ew bigihêjin formeke siyasî hevbeş û got: " Divê em wekî gelê Kurd li Sûriyê daxwazên xwe nas bikin, gelo em di pêşerojê de çi dixwazin?Heke Rêveberiya Xweser be yan jî fedralî be divê partiêyn siyasî yekitiya xwe ava bikin."

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din