PDK vê carê hêza xwe dişîne Gareyê

PDK'ê hêzeke xwe ya taybet şand herêma Gareyê û bi çêkirina çeper û baregehên nû hewl dide provokasyoneke nû pêk bîne.

Piştî Zînî Wertê PDK vê carê jî li herêma Garê li pey provokasyoneke nû ye.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyên herêmî, PDK ji duh ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzanî ye, sewqî bajarokê Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê dike. Her wiha hate îdiakirin PDK'ê çekdarên xwe yên bi navê 'pêşmergeyên Roj' jî li gel hêza taybet a Gulan birine herêmê.

Li gorî heman çavkaniyan, hêza Gulan yekser ser bi Mesrûr Barzanî ve ye û ji ber ku pêşmergeyan nexwestine derbasî herêmên di bin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê.

Li gorî çavkaniyên herêmî gelek wesayîtên leşkerî yên bêplake, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasî herêmê bûne û li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikeve herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

Bajarokê Dînartê û deşta Nehlê wek îdarî ser bi navçeya Akrê ya girêdayî parêzgeha Dihokê ve ye. Lê wek herêm dikeve nêzî çiyayê Gareyê ku wek herêma gerîla jî tê nasîn.


Mijarên Din