Pedersen hêvî dike ku beşdarî civînên Astana bibe

Nûnerê navneteweyî yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen hêvî kir ku beşdarî civînên Astana ya di navbera dewletên destwerdanê di aloziya Sûriyê de dikin (Tirkiyê, Rûsya û Îranê) ku tê payîn di 25 û 26`ê Nîsanê de bê lidar xistin, bibe.

Sputnik ragihand ku cîgirê Wezîrê Derve yê Kazakhstanê Mokhtar Teluberdi gotiye ku nûnerê navneteweyî yê taybet li Sûriyê Geir Pedersen hêvî dike ku beşdarî civînên Astana bibe.

Wezîrê Karê Derve yê Kazakhstanê ji rojnemevanan re wiha got: "Ev yek li ser milê dewletên misoger dikeve. Herî dawî ez beşdarî kongeyê ku der barê Sûriyê de li Brukselê ji aliyê NY û YE`ê ve hate lidar xistin hatlidarxistin bûm"

Geir Pedersen hêvî kir ku beşdarî Astana bibe, bê guman ev yek ne dûr e."

Wezareta Derve ya Kazakhstanê ragihand ku, dê rêzecivînên Astana derbarê Sûriyê, tê payîn roja 25 û 26`ê Nîsanê li Astanayê bêne lidarxistin.

(jo)


Mijarên Din