Pedersen li Şamê ye

Nûnerê navneteweyî Pedersen roja şemiyê gihîşt Şamê da ku bi rejîma Sûriyê re der barê komîteya destûrê de dan û standinan bike.

Nûnerê navneteweyî Geir Pedersen dê îro bi wezîrê karên derve yê rejîma Sûriyê Welîd Muellim re hevdîtinekê der barê komîteya destûrî de pêk bîne.

Piştî îstifaya De Mistura, Pedersen erka avakirina komîteya destûrî wergirt. Lê ji ber nakokiyên dewletên garantor, komîteya destûrî nayê avakirin.

Ji ber rewşa li Idlibê û herêmên bêçek, nakokî di navbera dewletên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) de heye. Rejîm jî êrîşên xwe yên li ser herêmên bêçek zêde dike.

(kc)


Mijarên Din