​​​​​​​Pejirandina Esed li beramberî derketina Îranê, destpêka nexşerêya nû ya Sûriyê ye

Hevpeymana serdemê bi çêja Amerîka-Rûsya carek din kaxizan li qada Sûriyê lihev dixîne. Ji civîna emnî ya sêaliyan (Rûsya-Amerîka-Îsraîlê) ve li Qudisê destpê kir û di daxuyaniyên James Jeffrey ên dawîn de diyar bûn.

Şandeyê Amerîka yê taybet ê Sûriyê James Jeffrey di 2`yê Gulanê de di hevdîtinekê de bi rojnameya El-Şerq El-Ewsat re got divê aliyên biyanî yên ku piştî 2011`an derbasî Sûriyê bûne jê derkevin. Ev jî ji hêzên Amerîka, Îran û Tirkiyê re derbasdar e.

Şanedeyê taybet got: “Di siyasetên xwe de em girîngî didin derketina hêzên Îranê ji tevahiya axa Sûriyê û tevahiya hêzên leşkerî yên biyanî yên ku piştî 2011`an, di nav de hêzên me, hêzên Îsraîlê û Tirkiyê.”

LIHEVKIRINA RÛSYA Û AMERÎKA LI SER NEXŞERÊYA NÛ

Daxuyaniyên James Jeffrey gumanên nû di raya giştî, bi taybet raya Sûriyê de çêkir. Gelek çavdêr diyar dikin ku daxuyaniyên wî girêdayî mayîna hêzên Rûsya di Sûriyê û derketina tevahiya hêzên din, lihevkirinek Rûsî-Amerîkî li ser nexşerêya Sûriyê ya nû ye. Ev lihevkirin hêzên Îranê ji tevahiya Sûriyê derdixîne û rêveberiya desthilata Sûriyê qels dike.

Her wiha daxuyaniyên James Jeffrey li gel êrişên balafirên Îsraîlê herêmên ku komên Îranê tê de belav dibin hatin. Yanî ev peyamek diyar ji Rûsya û Amerîka ji Îranê re ku cihê wê di Sûriya pêşerojê de nîn e. Rûsya bi hewcedarî ye ku bi lez Îranê ji Sûriyê derxîne da ku Amerîka û Îsraîlê razî bike. Lewra hewl dide zexta navdewletî li ser rejîma Sûriyê ya ku aloziyek aborî mezin dijîn sivik bike. Dibe ku bi rêya gava Rûsya, rejîma Sûriyê karibe destek yekser ji kendava Ereban ji bo jinûveavakirina welêt bistîne(bidest bixîne).

Ji vê bingehê Rûsya li hember êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên îranê bêdeng man. Ne dûr e jî êriş bi koordîneya Rûsya pêk hatibe. Her wiha Moskova dema wezîrê parastinê yê Îsraîlê Naftali Bennett got; Îsraîlê ne tenê hewl dide hebûna Îranê li Sûriyê sînordar bike lê belê armanc dike Îranê ji tevahiya sûriyê derxîne, bêdeng ma.

ÎNFAZKIRINA BASKÊ ÎRANÊ DI HUNDIRÊ MALBATA ESED DE

Divê behsa baska Îranê di hundirê malbata El-Esed de yak u ji sala 1970`an de Sûriyê hikum dike were kirin. Ramî Mexlûf baskek Îranê ye û rastî derbeya Rûsya hat. Li gorî rojnameya Ha'aretz a Îsraîlê Rûsya li El-Esed pêşniyar kir ku Mexlûf 3 milyar dolar bide. Lê dema Mexlûf ew pêşniyar red kir û got pere bi wan re tune ye. Rûsya dîmenên ku zarokên Mexlûf belav kirine, belav kir. Di wan dîmenan de erebeyên buha li rex malên wan ên mezin li Dubey xuya dibin. Ew dîmen jî ji bo El-Esed firsetek bû ji bo ku heyfa xwe ji kurê xalê xwe hilîne yê ku bi saya têkiliyên malbatî ewqas mîras gihand hev.

JEFFREY CAREK DIN DERKETINA ÎRANÊ DAXWAZ DIKE

Piştî çend rojan şandeyê navneteweyî Jeffrey di kongreyek çapemenî de di 8`ê Gulanê de got a ku erka Rûsan dijwar kiriye, ew e ku dewletên mîna Washington,Tirkiyê û Îsraîlê ji ber sedemên cuda mudexeleya Sûriyê kirin. Jeffrey carek din pêwîstiya derketina hêzên Îranê ji axa Sûriyê destnîşan kir û rejîma Sûriyê ji ber êrişîn şantajkirinê di dirêjahiya aloziya Sûriyê de rexne kir.

ŞÎVA PUTÎN Û TRUMP

Mirov nikare daxuyaniyên Jeffrey ji stratejiya Putîn cuda bike. Putîn stratejiya xwe ya ku li ser termên dewletên şikestî ava dike û bi rêya dîplomasiya xwe

Pirsgirêka DYA`yê ya îsal ew e ku kengî û çawa hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. Rûsya jî li benda vê kêliyê ye da ku li dijî çeteyên Tirkiyê li Idlibê bilive. Ji vê bingehê rêveberiya Turmp lihevkirina bi Rûsyayê re ji bo vekişîna ji Sûriyê tercîh dike da ku bûyer negihêje asta şerê yekser di navbera Rûsya û DYA`yê de.

NERMIYA AMERÎK Û RÛSYA JI KU DERÊ YE?

Diyar e ku nermiya Amerîka û Rûsya û daxuyaniyên Jeffrey ên ku mayîna hêzên Rûsya li Sûriyê rewa dikin, encama civîna emnî ya li Qudsê ya di navbera serokê nivîsgeha ewlekariya netewî yê Amerîka yê berê û hempêşiyê wî yê Rûsya Nikolai Patrushev û yê Îsraîlê Meir Bin Shabat de di 24`ê Hezîrana 2019`an de li dar ketiye.

ENCMÊN HEVDÎTINA QUDSÊ DI DAXUYANIYÊN JEFFREY DE DIYAR BÛN

A ku bala mirov dikişîne daxuyaniyên Jeffrey û axaftina serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî bidawîbûna civîna Quds yek in.

Benjamin Netanyahu civîn bi dîrokî wesifand û di axaftina xwe de ji dazgehên çapemeniyê re piştî bidawîbûna civînê got: “Her sê dewletan xwest Sûriyê aram û ewle bibe. Ev jî armanca hevbeş a her sê welatn e. Her wiha armancek din mezintir û hevbeş heye; dabînkirina derketina tevahiya hêzên biyanî ji Sûriyê yên ku piştî 2011`an derbasî welêt bûne. Benjamin Netanyahu îdia kir ku rêbazên pêkanîna vê armanca hevbeş a ku Rojhilatek Navîn aramtir diafrîne hene.”

TAYEK (DEZIYEK) NEPANÎ DI NAVBERA RÛSYA Û AMERÎKA DE

Şêwirmenda siyasetên derve Mereh El-Biqaî di hevdîtinekê de ji ajansa Hawarê re diyar kir ku li gorî dîtina wê daxuyaniyên Jeffrey ên dawîn ne ecêb in û got: "Ji ber ku em dizanin deziyek naqete ji lihevkirinên Amerîka û Rûsya girêdayî Sûriyê heye, ev dezî nepanî ye. Bi taybet di belavkirina nexşerêya hegemoniyê de li ser axa Sûriyê. Lê yê ku mirov şaşwaz dike, ew e ku Jeffrey hêzên Rûsya ji derketina ji Sûriyê istisna bike."

HÊZ JI SÛRIYÊ DÊ DI ÇARÇOVEYA LIHEVKIRINÊN DIYAR DE DERKEVIN

Mereh destnîşan kir ku daxuyaniyên Jeffrey ji lihevkirinê kêmtir e. Lê dîsa jî dikeve xaneya lihevkirinên navdewletî. Mixabin biryara Sûriyê ne di destê wê de ye. Ji ber ku artêşn dewletên mezin û bihêz li ser erdê hene. Ew dê tenê di çarçoveya lihevkirinên diyar de ku xizmeta berjewendiyên wan dikin derkevin.

Şêwirmenda siyasetên navdeweletî diyar kir ku istihkakên siyasî yên Sûriyê li ber derî ne. Qanûna Qeyser jî li benda rejîmê û hemû hevkarên pê re çi endam an jî rêxistin an jî dewlet. Mereh texmîn dike ku hinek çareserî têne pêşkêşkirin ji bo bilezkirina prosesa veguhestina siyasê di çarçoveya biryara navneteweyî 2254 de.

(şx)

ANHA


Mijarên Din