Pekîn û Washingtonê dîsa dest bi dan û standinên aborî kir

Dan û standinên Çîn û Amerîkayê li paytexta aborî ya Çînê Shanghaiyê piştî 3 mehan careke din dest pê kir û sibe dest bi diyalogên xwe yên baziryaniya her du welatan dikin.

Tê zanîn ku ji destpêka binketina diyalogên di Gulana derbasbûyî de yên di navbera her du aliyan de, dema ku serokê Amerîkayê Doland Trump, Pekîn bi tawana dilsoziya bi sozên xwe bi cih neanî tawanbar kir, ev civîna yekemîn e ku tê lidarxistin.

AFP`ê diyar kir ku Pekîn û Washingtonê der barê  derfetên gihandina hevpeymanekê de, zêde pêşbîniyên  wan tune ne.

Piştî agirbesta di hevpeymana şerê bazirganiya ku serokê Amerîkayê û hempîşeyê wî Shî Jinping ê Çînê, di G20`an a li Japonyayê li hev kirine de, destpêkirinadan û standinan gaveke erênî ye.

Beriya salekê ve Çîn û DYA`yê di nava şerekî bazirganiyê de ne.

Nakokiya her du welatan gihaşt qada teknolojiyê jî, di vê çarçoveyê de di Gulana derbasbûyî de ji ber sedemên ewlehiyê, Trump şerîketa Huawei ya telefonan bi hinceta ewlehiyê xistin lîsteya reş a rêveberiya Ameîkayê de.

(eh)


Mijarên Din