Penaberên Iraqê bang li hikumeta Iraqê kir

Penaberên Iraqê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe, spasiya rêveberiya kampa Holê kir ku biryara vekirina seferê ji bo Iraqê daye. Penaberan bang li hikumeta Iraqê jî kir ku aramî û mercên jiyanî ji wan re peyda bike.

Zêdetirî 30 hezar penaberên Iraqê li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê, dimînin. Rêveberiya kampa Holê di 3‘yê Nîsanê de dest bi qeydkirina navên penaberên Iraqê yên ku dixwazin vegerin welatê xwe, kir. Ev biryar piştî kedeke mezin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hikumeta Iraqê re pêk hat. Her wiha têkilî bi aliyên wekî Xaça Sor a navdewletî û Neteweyên Yekbûyî re hat danîn.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me serdana kampa Holê kir û nêrînên penaberên Iraqê li ser vê biryarê girtin.

Sumeya Hamid (33) ji parêzgeha Qayîm e. Sumeya ev biryar wek gaveke baş nirxand û got: “Em gelek westiyan, em dixwazin bi xêr û silamet vegerin welatê xwe."

Sumeya bang li hikumeta Iraqê kir ku ewlehiyê li tevahiya Iraqê peyda bike.

Di kampa Holê de, 30 hezar û 367 penaberên Iraqê hene. Ev hejmar di nav 8 hezar û 670 malbatan de dimînin.

Penabera bi navê Cîlan Xelef a ji herêma Zimar a parêzgeha Mûsilê jî hêvî kir ku xelkên Iraqê vegerin warê xwe û got: "Ev demeke dirêj e ez ji malbata xwe dûr im. Em minetdarên vê biryarê ne ji ber ku vegera me ji bo warê me peyda dike. Em ji hikumeta Iraqê dixwazin ku ewlehiyê bînin herêmên me da ku em vegerin.”

Beriya çend rojan, çavkaniyekî ji Wezareta Mafên Mirovan û Penaberan a Iraqê ji ajansa me re diyar kiribû ku hikumeta Iraqê difikire sînorê Iraqê ji bo penaberên xwe veke. Çavkanî gotibû hikumeta Iraqê li ser vê mijarê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re di nava koordîneyê de ye.

ANHA


Mijarên Din