Penaberên Iraqê: Hikumeta Iraqê em hiştin

Penabera ji bajarê Enbar ê Iraqê Xelfa Ezîz Hemed a di salên xwe yên 60‘î de ye, di sûka kampa Holê de digere da ku pêwîstiyan ji zarokên xwe re bikire. Xelfa got "Em nizanin çima hikumeta Iraqê bi şêniyên xwe ve mijûl nabe. Penabereke din jî dibêje hikumeta Iraqê dest ji wan berdaye.

Li kampa Holê ya li rojhilatê kantona Hesekê zêdetirî 72 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê dimînin. Ji vê 8 hezar û 670 malbatên ji Iraqê ne.

Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li xaka Iraqê di 2014’an de, nêzî ji sedî 60 rûbera Iraqê dagir kir. Bajarên herî mezin ên dagir kirine, Mûsil, Tekrît û Enbar bûn. Ev bajar wek nuqteyên tevgerê yên li Iraqê bi kar anîn. Her wiha bi mafên bi hezaran ji iraqiyan, nexasim êzidiyên li Şengalê di heman salê de komkujî pêk anîn. Ji lew re şênî neçar man ku li cihê ewle bigerin û berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê penaberên Iraqê hewandin û di kampa Holê de bi cih kirin.

Piştî artêşa Iraqê serweriya tevahî xaka Iraqê ya ku çeteyên DAIŞ’ê serweriya dagir kiribû, serwer kir, hejmareke mezin ji penaberên Iraqê xwestin vegerin warên xwe. Ji lew re Rêveberiya Xweser bi aliyên Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) koordîne kir ku penaberên Iraqê yên li kampa Holê vegerînin warên wan.

3 serdan bê encam bûn

Di demeke berê de 3 şandeyên Iraqê yên fermî bi koordînekirina bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana kampa Holê kir. Lê wan şandeyan piştre tevî sozên ku dane penaberên Iraqê da ku vegerin warên xwe, bê deng man. Di vê çarçoveyê de rêveberê koordînasyona Iraqê ya li kampa Holê Faris El-Berxos diyar kir: "Şandeyên Iraqê soza vegerandina penaberan da, lê belê heta niha tu bergirî û soz pêk nehatine."

Hikumeta Iraqê şêniyên xwe hiştin

Meclisa şêniyên Iraqê ya li kampa Holê şandeyê bi derewker tawanbar kir. ji ber ku soza vegerandina penaberên Iraqê da. Lê ta niha pêk nehatiye. Penabera Iraqê ya ku laçika reş daye serê xwe û li nava kampê digerî û navê xwe nexwestiye aşkera bike, wiha got: "Mixabin ji hikumeta Iraqê re ku şêniyên xwe ji jin û zarokan di kampê de hiştine. Çi qas dan û standina rêveberiya kampê baş be jî, beriya welat û malbatên xwe dikin."

Penabera Iraqê ji rayedarên Iraqê, şêxên êlan bi hêrs bû ku ew berpirsiyarê me ya mayîna li kampê ne û wiha anî ziman:" Çi gunehê me heye? Divê çareyek ji iraqiyan re bê dîtin. Me ji vir bi der xînin û vegerînin warên me."

Penaberên Iraqê li nava 3 beşên kampa Holê yên ji eslê 7 beşan, belav bûne. Nêzî ji sedî 60 penaberên Iraqê qebûl nakin ku vegerin warên xwe anku 10 hezar penaber û dixwazin li kampê bimînin. Ji ber bi ewlehî û aramiyê li herêmên Rêveberiya Xweser, dihesin. Hin ji wan malên wan hatin wêrankirin û beşek din jî  hêla Heşid El-Şebî ya Iraqê, di binpêkirinan re derbas bûn.

Penaberên Iraqê îsrar dikin ku bi garantiya navdewletî û bêyî ku li dijî wan binpêkirinê werin kirin vegerin warê xwe. Der barê mijarê de penabereke nexwest navê xwe eşkere bike got: "Divê beriya vegerê garantî hebe, ji ber ku hemû kesên vedigerin warê xwe bi terorê têne tawanbarkirin. Em sivîl in, ne tu guneh nekirine û têkiliyên me bi terorê re tine ye."

Ji rêveberên kampê Faris El-Berxûs tawanên hin aliyên yên li dijî penaberên Iraqê yên li kampa Holê ku dibêjin têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ‘ê re hene red kir û teqez kir ku malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji jin û zarok di nav wan de hene, lê çeteyên DAIŞ‘ê de di kampê de tine ne. Faris got: "Malbatên çeteyan girêdana xwe ya bi çeteyan re qut kirin, ew penaber in û ne DAIŞ‘î ne."

‘Hikumeta Iraqê girîngiyê nade zarokên xwe’

Penabera ji bajarê Enbar ê Iraqê Xelfa Ezîz Hemed ji beriya 9 mehan ve hatiye kampa Holê û dayika 10 zarokan e. Xelfa bi rûyekî westiyayî li sûka kampê digere da ku pêwîstiyên ji zarokan xwe bikire, hêviya vegera li warê xwe tîne ziman:  "Em nizanin çima hikumeta Iraqê girîngiyê nade zarokên xwe yên li kampa Holê.”

Iraqiyên li kampa Holê xwe di nava komîn û meclisan de bi rêxistin kirine.

Rêveberê Herêma Rojhilata Navîn a Komîteya Xaça Sor Fabrizio Carboni di 11‘ê Adara derbasbûyî de daxuyand ku li gorî lihevkirina bi hikumeta Iraqê re tê texmînkirin ku hefteya derbasbûyî derdora 20 hezar penaberên iraqî yên li Sûriyê vegerin warê xwe. Lê heta niha ev yek pêk nehatiye.

(fr/bb)

ANHA


Mijarên Din