​​​​​​​Penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê ji neçarî organên xwe difiroşin

Gelê Sûriyê yê ku diviyabû dewleta Tirk alîkariya wan bike, neçar dimînin ku endamên laşê xwe bifiroşin û pê debara xwe bikin.

Ajansa CBS News a Amerîkayê belgefîlmek der barê azara penaberên ji Sûriyê yên li Tirkiyê de belav kir. Belgefîlm îşaret pê dike ku welatiyên sûrî yên li Tirkiyê da ku debara xwe bikin organên (endam) laşê xwe difiroşin.

CBS News bi kamerayên veşartî firotina organan belge kir. Di belgefîlmê de xuya dibe ku pere ji penaberan re ji bo firotina gurçik û organên xwe tê pêşkêşkirin.

CBS çîroka Ebû Abdullah ê ku ji ber şerê navxweyî ji Sûriyê reviya da. Ebû Abdullah li Tirkiyê wek destheq mehane derdora 300 dolarî distand. Abdullah bi hin aliyan re peywendiyê datîne û beramberî 10 hezar dolarî gurçikeke xwe difiroşe.

Abdullah ji tora CBS re diyar kir ku simsarê endaman nîvê pereyan da û paşê winda bû, ji ber vê yekê zehmetiyan dikişîne.

CBS parve kir ku firotin û kirîna endamên laş ne qanûnî ye. Abdullah pêşbîn dike ku kesên ew xapandiye ji Ewropayê ne û tora CBS`ê agahdar kiriye ku nexweşnaxeyê beriya nişteriyê bi 30 deqeyan jê xwestiye ku bi devkî piştrast bike ku ew kurapê hev in.

eh


Mijarên Din