Penaberên Tirk: Li Almanyayê 8 hezar sîxurên Erdogan hene

Hejmareke penaberên Tirk ên li Almanyayê piştrast kir ku zêdetirî 8 hezar sîxurên MÎT`a dewleta Tirk û bi sedan sîxurên Erdogan li Almanyayê hene, her wiha hejmareke nediyar a ajanên ku di balyozxaneyan de aktîf hene ku armanca wan şopandina alîgirên cemaeta Gulen û Kurdan e.

Di navbera salên 2014-2015`an de hejmara penaberên Tirk li Almanyayê gihîşt nêzî hezar û 800`î ku piraniya wan Kurd in. Ji sala 2016`an ve ev hejmar bi rêjeyeke zêde bilind bû û gihîşt 5 hezar û 700 kesî.

Salane ev hejmar bilindtir dibe. Sala borî li gorî hejmarên fermî yên li Almanyayê hejmara penaberan gihîşt zêdetirî 36 hezarî, piştî ku di salên berê de kêmtirî 2 hezarî bû.

Gelek penaberan piştrast kir ku bi zêdebûna hejmara penaberan re, hejmara ajanên girêdayî Tirkiyê li Almanyayê jî zêde bû ku li wê derê 5 milyon welatiyên Tirk bi cih dibin.

Penaberan wiha da zanîn: "Zêdetirî 8 hezar ajanên MÎT’a Tirkiyê û bi sedan sîxur li Almanyayê hene. Her wiha hejmareke nediyar ji ajanên ku li balyozxaneyan aktîf in hene ku armanca wan şopandina alîgirên Fethullah Gulen û Kurdan e."


Mijarên Din