Pentagon: 2 leşkerên Amerîkayê li bakurê Iraqê hatin kuştin

Pentagon ragihand ku duh di çalakiyek havpar de ya bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dijî DAIŞ`ê re li bakurê Iraqê 2 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin.

Fermandariya hêzên hevpar a oparasyona "Ezim El-Silib" a Koalyîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê di daxuyaniyekê ku îro belav kiriye de ragihand: "2 endamên hêzên erkê yê Amerîkayê di 8`ê Adarê de dema erkek hevpar bi hêzên ewlehiya Iraqê re li dijî DAIŞ`ê ya terorîst li herêma Celebiye ya li bakurê Iraqê pêk dianîn ji hêla hêzên dijmin ve hatin kuştin, hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de navên her du leşkerên Amerîkayê nehatin eşkerekirin heya malbatên wan li gorî siyaseta wezareta parastinê ya Amerîkayê têne agahdarkirin. Her wiha deteyên bûyerê jî nehatin eşkerekirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder El-Ebadî di 9`ê Kanûna 2017`an de serkeftina li dijî DAIŞ`ê li tevahiya axa welêt ragihand. El-Ebadî gotibû ku dê operasyonên leşkerî yên li dijî şaneyên veşartî yên rêxistinê berdewam in. 

(şx)


Mijarên Din