Pentagon bersiva daxuyaniyên Tirkiyê da

Berdevkê Pentegonê Sean Robertson bersiva daxuyaniyên wezîrê derve yê Tirk ên girêdayî herêma ewle da û got: "Me gavên cidî û bi lez ji bo makenîzmeya ewlehiyê avêtin." Her wiha got ji bo misogerkirina ewlehiya herêma sînor diyalog çareseriya tekane ye.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu DYA`yê bi astengkirina lihevkirina girêdayî herêma ewle li bakurê Sûriyê tewanbar kiribû û got: "Erê rast e hindek dewriyên hevpar hene. Lê ji bilî wê gavên ku hatine avêtin  tenê şeklî ne."

Berdevkê Pentegonê Sean Robertson ji  televizyonê AlHurra TV re got, "DYA`yê gavên cidî ji bo pêkanîna lihevkirina girêdayî makenîzmeya ewleyê bi Enqereyê re bi lez avêtine û di hindek rewşêan de beriya dema wê ya diyar avêtine."

Sean Robertson diyar kir ku hindek pirsgirêk li hember pêkanîna lihevkirinê dibin asteng û Pentagon hîna bi tirkan re nîqaş dike.

Sean Robertson anî ziman ku ew texmîn dike ku diyalog û koordîne rêya tekane ya misogerkirina ewlehiya herêma sînor e bi rêbazeke demdirêj û misogerê berdewamkirina hemleya tunekirina DAIŞ`ê ye. Her wiha rê li pêşiya operasyonên leşkerî yên ne koordînekirî digire.

Tirkiyê û DYA`yê di 7`ê Tebaxê de li ser avakirina makenîzmeya ewlehiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê li hev kirin. Ev lihevkirin di 8` Îlonê de bi meşandina dewriyên hevpar ket meryetê.

(şx)

 


Mijarên Din