Pentagon biriyar da ku hezar leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê biriyar da ku nêzî hezar leşkerên din rêke Rojhilata Navîn.

Wezîrê Parastinê  yê wê bi wekaletê Patrick Chanahan roja Duşemê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê xwesteka Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ji bo parastin û gefên hewayî, deriyayî û bejahî li Rojhilata Navîn destûr da ku hezar leşkerî din ku biçin wê derê.

Li gorî CNN diyar  kir ku di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku êrîşên dawî yên Îranê rastbûna agahiyên ku hatine belgekirin der barê helwestên dijminatiya ji aliyê hêzên Îranê û komên wê, gefê li dijî DYA û berjewenidyên wê li tevahî herêmê, dixwe.

Her wiha hat destnîşankirin ku DYA`yê şer bi Îranê re naxwaze. Îro xebat ji bo misogeriya selametiya endamên wan li tevahî herêmê û parastina berjewendiyên wan ên niştîmanî xebat têne kirin. Her wiha hat gotin ew ê çavdêriya cidî û guhertinên li ser astên hêzên li gorî girîngiyê berdewam bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump dawiya meha Gulanê diyar kiribû ku ewê hezar û 500 leşkerên din bişîne Rojhilata Navîn.

Trump tekez kir ku belavbûna hêzên zêde li Rojhilata Navîn tedbîrên parastinê ne û got belavbûna leşkerî ya zêde li Rojhilata Navîn armanca wê parastin e.

(bx/kc)


Mijarên Din