Pentagonê dê hin hêzên din bişîne Sûriyê

Rayedarekî amerîkî ragihand ku DYA`yê dê hêzên din bişîne Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku rê li pêşiya derbasbûna hêzên Rûsyayê ji herêmên ku Koalîsyon û QSD`ê lê ne, bigire.

Tora"nbcnews" a amerîkî li ser zimanê rayedaran ragihand ku armanc ji şandina vê hêzê, ew ku hêzên Rûsya derbasî herêma rojhilat ku DYA`yê, Koalîsyon û QSD`ê  li wir in, nebin.

 Sê rayedarên parastina Amerîkayê dane zanîn ku Pentagon piştî rêzerageşiyên di navbera Amerîkayê û Rûsyayê de, derketin dê hejmareke biçûk ji hêzên Amerîkayê li Sûriyê belav bike.

Dê hêzên din ji 6 wesayitên Bradley Combat û kêmî sed leşkeran be, da li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 90 rojan kar bikin.

Rayedarekî amerîkî got ev tedbîr û xurtkirin ji  bo Rûsya nîşaneyeke zelal e, da ku pabendiyê bi dawî li rageşiyê bîne, Rûsya û aliyên din jî dûrî kiryarên şantajî û ne ewle yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikevin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di navbera hêzên Rûsyayê û Amerîkayê de pirsgirêkên biçûk derketin û hêzên hikumeta Şamê jî hewl da dewriyeyên Amerîkayê yên li herêmê asteng bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din