Pentagon: DAIŞ`ê êrişên dewleta Tirk ji xwe re kirin derfet

Li gorî raporeke Pentagonê çeteyên DAIŞ'ê ji êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Amerîkayê sûd wergirtiye.

Di rapora Pentagonê de hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo ku li welatên rojavayî êrişan bikin "dem û firsend" dîtiye.

Rapor ji aliyê Daîreya Şopandinê ya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Defense Intelligence Agency-DIA) ve hate amadekirin.

Di raporê de wiha hate gotin: “DAIŞ’ê vekişîna yekîneyên DYA'yê û êrişa Tirkiyê ji bo ku xwe ji nû ve birêxistin bike û planên êrişên li derveyî welat bi kar anî."

Pentagonê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê dikarin ji 'vê valahiya ewlehiyê' sûdê wergirin û wiha dewam kir: “Ji bo êrişî welatên rojavayî bike û bask û tevnên xwe yên global ên li dinyayê xurt bike ku 19 torên xwe hene, dibe ku bibe xwedî 'dem û firsenda manewrayê'."

Pentagonê hişyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di demeke dirêj de dibe ku hin herêmên Sûriyê careke din kontrol bike û di asta navneteweyî de bixwaze qada xwe berfireh bike. Pentagonê ragihand ku kuştina serçeteyê DAIŞ'ê Ebûbekir El-Baxdadî dê bandoreke zêde li rêveçûna DAIŞ'ê neke.

Di raporê de hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo ku li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişan bikin 'hin hucreyên xwe yên veşartî çalak kirine'.

(eh)


Mijarên Din