Pentagon: Em nahêlin Tirkiye S-400 û F-35’an bike yek

Berdevkê Pentagonê Eric Bahon ji kanala El-Huraa ya DYA’yê re got ew nahêlin Tirkiye balafirên DYA’yê yên nûjen F-35 û sîstema S-400 a Rûsyayê bike yek.

Kanala Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) El-Huraa bal kişand ser ku balafirên DYA’yê F-35 dikarin xwe veşêrin, li gel jî sîstema dîtinê heye, agahiyan kom dike, dike yek û bi balafirên dîtir re û ji yên yek cureyê parve  dike. Bahon F-35 wek balafirên pêşerojê wesifandin.

Girêdayî mijarê Bahon da zanîn ku Tirkiye hevalbendekî girîng e ji bo DYA’yê û ev demeke dirêj e mijara balafirên F-35 û sîstema S-400’an de guftûgo dikin.

Bahon wiha got: “F-35 balafirên herî pêşketî ne û parçeyek ji projeya mezin e ku 8 dewlet tê de beşdar in. Hin dewletên dîtir hene ku dixwazin bikirin. Di her aliyekî de me diyar kir ku bernameya F-35 û îstîsmara 8 dewletên hevpar nakin xizmeta dewletekê."

Her wiha tekez kir ku Tirkiye di vê derbarê de îstîsnayan bi dest naxe.

Bahon raber kir ku sedema nakokiya bi Tirkiyê re ew e ku dixwaze F-35 û sîstema parastinê ya Rûsyayê S-400 bike yek û bi vê yekê re jî dixwaze agahiyan der barê balafiran de wergire û wiha dewam kir: “Ji lew re ne pêkan e ku ji Tirkiyê û Rûsyayê re agahî bêne dayîn ku balafiran bixine xwarê û ne guncaw û pêkan e jî der barê her du sîsteman de komkirinek çêbe. Ev jî ne rasteqînî û ne rewa ye. Em ji vê yekî jî bi fikar in.”

(fr)


Mijarên Din