Pentagonê girtina Qerdaş derewand

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) raporên têkildarî girtina fermandarê DAIŞ`ê Ebdulnasir Qerdaş ku dihat payîn şûna serokê DAIŞ`ê Ebû Bekir Bexdadî bigire, derewandin.

Demeke berê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihandibû ku fermandarê DAIŞ`î Tahe Bekir Xesanî ku bi navê ‘Hecî Ebdulnasir Qerdaş’ tê naskirin, hatiye girtin.

Qerdaş ji bo şûngirtina serokê DAIŞ`ê Ebû Bekir Bexdadî hatibû hilbijartin.

Bexdadî bi destê hêzên Amerîkayê di êrişeke asîmanî de li bajarê Idlibê nêzî sînorên Tirkiyê hatibû kuştin. Her wiha Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roleke girîng di kuştina Bexdadî de lîstibû.

Îstixbaratên Iraqê tu agahiyên zêde li ser çalakiya girtina Qerdaş eşkere nekiribûn. Îstixbaratê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Ji dema Zerqawî ve, Qerdaş peywireke fermandariyê di nava DAIŞ`ê de girtibû. Her wiha serokê komîteya erkdar a di serdema Bexdadî de bû û şerên li Baxozê bi rê ve dibirin."

(cx)


Mijarên Din