Pentagon: Me bi Tirkiyê re li ser makenîzmeyên ewlehiyê bêyî "Herêma ewle" li hevkirine

Wezareta beravaniya Amerîkayê ragihand ku hevdîtinên wê bi Enqereyê re berdewam in û li ser makenîzmeyên ewlehiyê û rêveberiyek hevpar bêyî herêma ewle li hev kirine, ne ku mîna ku Tirkiyê îdia dike. Wezaretê got di lihevkirinê de ti bend girêdayî guhertina demografiya herêmê tune ye.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson got  civînên leşkerî yên ji bo çareserkirina metirsiyên dewleta Tirk, di navbera her du aliyan de Amerîkî û Tirkî bi awayekî balkêş ber bi vedîtina makenîzmeyên ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşketine.

Sean Robertson diyar kir ku Pentegon hewl dide fermandariyeke leşkerî hevpar di Tirkiyê de ava bike da ku bighêjin plankirin û makenîzmeya pêkanînê.

Wezareta derve ya Amerîkayê diyar kir ku danûstandin bi Tirkiyê re girêdayî deteyên lihevkirina taybet a herêma ewle li bakurê Sûriyê berdewam in. Wezaretê bi bîr xist ku DYA`yê piştgiriya vegera penaberan bi dilxwazî ji Sûriyê re dike. Her wiha destnîşan kir ku nêrîna Pentegonê di lihevkirinê girêdayî herêma ewle de ti bendek têkildarî guhertina demografiya herêmê tune ye.

Ji aliyekî din ve daxuyaniya Pentagonê îşaret bi avakirina herêma ewle mîna ku Tirkiyê îdia dike nekir. Sean Robertson bi bîr xist ku Pentegon di piştgiriya hevalbendên xwe û tunekirina terorê de girêdayî ye.

Di dawiyê de got pêkanîna maknîzmeya ewlehiyê bi Tirkiyê dê bi çend pêvajoyan re derbas bibe û nîqaş bi Tirkiyê re hîna berdewam e.

Berpirsên leşkerî yên amerîkî bi hempêşiyên xwe yên Tirk re bi armanca rêgirtina li pêşiya mudexeleyek nû ya Tirkiyê di Sûriyê de giftugo dikin.

Tirkiyê di van demên dawîn de dubare dike ku eger pêşniyarên Amerîka ne li gorî wê bin, dê operasyonekê li  Sûriyê dest pê bike da ku "herêma ewle" ya yek alî ferz bike.

(şx)


Mijarên Din