Pentagon: Operasynên leşkerî li derveyî welêt didomin

Cîgirê serokê Desteya Erkan a Hevbeş a Amerîkayê John Hayton pişterast kir ku tevî belavbûna Koronavîrusê lê operasyonên wan ên leşkerî li derve didomin û ji ber vê yekê jî leşkerên wan neçar man ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku xwe ji vîrusê biparêzin.

Cîgirê serokê Desteya Erkan a Hevebeş a Amerîkayê John Hayton ji komeke rojnamevan re wiha got: "Tu bandor li ser operasynên me ku li tevahî cîhanê pêk tînin, tune ye. Heta niha operasyonên me li gorî heman pîvan û şêwazêdayîna ku ji beriya mehek an jî du mehana ve didomin."

Hayton wiha dewam kir:"Ew li gorî qeydên cuda tev digerin, lê tu bandoriya vîrusê li ser erkên wan tune ye û hejmara leşkerên Amerîkayê ku li derve bi vîrusê ketine tenê çend kes in."

Pentagon roja çarşemê ragihandibû ku du mehan tevegera leşkerên Amerîkayê li tevahî cîhanê hate sekinandin û di nav de operasyona şandina leşkeran ber bi herêmên şer ve û vegera wan ji welatê wan re. Ev yek di çarçoveya hewldanên ji bo pêşî li belavbûna vîrusê bigirin, pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê wiha got: "Wezîrê Parastinê Mark Esper ferman da ku tevgera xebatkarên Pentagon çi sivîl, çi leşkerî yên li derve dibin, 60 rojî werin cemidandin."

Her wiha desntîşan kir ku cemidandina endamên malbatên xebatkaran ku li derve dijîn jî digire nava xwe.

(bx)


Mijarên Din