Pentagonê perwerdekirina pîlotên Tirkiyê rawestand

Rayedarên DYA’yê da zanîn ku ku perwerdekirina pîlotên Tirkiyê ya balafirên F-35 bi awayekî lezgîn û nepêşbînîkirî li balafirgeha DYA’yê ya li Arîzonayê hate rawestandin.

Li gor Reutersê ew rawestandin jî di dema ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) beşdariya Enqereyê ya bernameya balafirên F-35 ên pêşketî bi sedema planên Tirkiyê ya kirîna pergala parastina hewayî ya Rûsyayê S-400 de bi dawî kir, hat.

DYA’yê eşkere kir ku rawestandina perwerdeyê li Balafirgeha Lock a hewayî, piştî çend rojan ji gotina wezîrê parastinê yê DYA’yê Patrick Chanahan ji hevalbendê xwe yê Tirkiyê re der barê pîlotên Tirkiyê de yên li DYA’yê de ku dikarin heta dawiya Hezîranê bimînin, hat.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya DYA’yê Mike Andrews ji Reutersê re diyar kir ku pîlotên Tirkiyê yên li baregeha Lock a hewayî hîn neçûne.

Her wiha lê zêde kir ku heke tu guhartin di siyaseta Tirkiyê de çênebe, dê beşdarbûna Tirkiyê ya bernameya F-35 bi dawî bibe.

Rayedarekî dîtir ê DYA’yê bêyî ku navê xwe zelal bike, ji Reutersê re daxuyand ku fermandarek li baregeha Lock di hefteya borî de biryara rawestandina perwerdekirina pîlotên Tirkiyê û tîmên çêkirinê bi sedema metirsiyên girêdayî aştiyê, daye.

Her wiha rayeder got hin tîmên çêkirinê yên Tirkiyê li balafirgeha Evgen a Florîdayê hê jî perwerde dibin.

Pisporan da zanîn ku heke Tirkiye ji bernameya balafirên F-35 bê par ma, dê ev yek bibe mezintirîn hilweşandina têkiliyên bi DYA’yê re di serdema nû de.

Ji bilî wê jî nakokiyên têkiliyên DYA’yê û Tirkiyê di pratîkê de F-35 jî derbas kiriye, wek tevliheviya stratejiyê ya girêdayî Sûriyê, cezayên li dijî Îranê û girtina karkerên li balzyoxaneya DYA’yê ya li Tirkiyê.

(fr/kc)


Mijarên Din