Pentagon: Plana Tirkiyê ya kirîna S-400’an karesat e

Kathryn Wheelbarger raber kir ku israra Tirkiyê ya kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a Rûsyayê dê li ser bernameya balafirên F-35 a hevkar di navbera Washington û Enqereyê de û li rexê jî hevkariya Tirkiyê ya bi NATO’yê re, bibe sedema karesatê.

Li gorî nûçeya AFP’ê, cîgira wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya kar û barên ewlehiyê Kathryn Wheelbarger da zanîn ku plana Tirkiyê ya kirîna pergala S-400’an dê zirarê bi derfetên Tirkiyê li ser xebata li gel Koalîsyona Rojavayî û Washingtonê neçarî ferzkirina cezayan li ser Enqereyê bike.

Wheelbarger di foruma ku li navenda Meclisa Atlantîkê ya li Washingtonê de wiha got: "Domana vê girêbestê dê ne tenê li ser bernameya F-35’an bibe felaket, lê tê texmînkirin dê li ser hevkariya hevbeş di navbera Tirkiyê û NATO’yê jî bandorê bike û ev jî aliyê sereke yê parastina li ser koalîsyonê ye."

Kathryn Wheelbarger wiha domand: "Pergala S-400 a Rûsyayê li gorî bikaranîna balafirên wekî F-35 hatiye çêkirin û ne pêkan e Rûsya şansê lê nebire."

Her wiha Kathryn Wheelbarger îşaret pê kir ku DYA pêşbînî dike da kuTirkiyê ji paş vê girêbestê, piştevaniya Rûsyayê di êrîşa li dijî Kurdan de li seranserê sînorê wê yê bi Sûriyê re wergire.

Lê Enqere hate hişyarkirin ku Rûsya ne daîm hevkarekî pêbawer e û piştgiriya çêkirinê ya firotinên xwe yên leşkerî nade, lê bi hêsanî ew dixwaze NATO’yê asteng bike.

Li aliyekî din jî îşaret bi Tirkiyê kir û got çer ku pergala parastinê ya Rûsyayê wergirt, derfeta me ya berdewama parastina wan asteng dike.

Di dawiyê de Kathryn Wheelbarger wiha got: "Ku em cezayan pêk neynin, wan em agahdar kirin ku dê biryareke qanûnî derxin û me neçar bihêlin ku pêk bînin."

(fr)


Mijarên Din