Pentagon:Em ê destekdayîna ji bo QSD`ê dewam bikin

AFP`ê ser zimanê rayedarekî amerîkî got: "DYA`yê tevî mekanîzmeya ewekariya parastina sînor bi Tirkiyê re, wê desteka QSD`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê çek û alavan de, dewam bike.”

Gerînendeyê tîma têkildarî têkoşîna li dijî tunderw a di Wezareta Parastina Amerîkayê  de, Christopher Meyer got: “ Em hêj çek û erebeyan didin QSD`ê, da ku li dijî DAIŞ`ê bikar bînin.”

Christopher Meyer diyar kir ku her meh ew rapor der barê çek û alavên ku ji DYA`yê dide QSD`ê radestî Tirkiyê dikin.

Têkildarî herêma ewle gerînendeyê Christopher Meyer got: “Hêzên me bi artêşa Tirkiyê re 5 dewriyên asmanî bi hev re derketine û dewriya bejahî ya hevbeş jî di 8`ê Îlonê de bû.

(eh)


Mijarên Din