‘Pergala Erdogan dijminahiya her projeyek a azadiyê dike’

Koordînerê giştî yê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Sûriyê Dr.Xiyas Neîsa destnîşan kir ku ji ber dijminahiya Erdogan û pergala Tirkiyê ji Kurdên azadîxwaz re, Tiriye  dikeve şeran û nakokiyan xwîndar ên ku dê bibin sedema  hilweşîne wê

Beriya çend rojan serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan gefên nû ji bo dagirkirina herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Li gel ku tevgera xwe ya leşkerî li ser sînorên xwe bi Rojava re zêde kiriye.

Girêdayî mijarê koordînerê giştî yê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî yê Sûriyê Dr.Xiyas Neîsa ji ajansa me re axivî.

Di destpêkê de Neîsa got: "Diyar e û ji demek dûr ve ku pergala Erdogan dijminahiya her projeyek azadiyê li Sûriyê yan jî li her welatekî ji welatên herêmê dike. Erdogan desteka hovantirîn rêxistinên terorîst kir û hîna dike. Her wiha pergala wî bi awayekî şofanîst dijminahiya Kurdên azadîxwaz dike."

Neîsa destnîşan kir ku Erdogan û pergala wî bi dînatiya mezin ketine. Neîsa got: “Wek dewleket emperyalist a mezin tevger dike. Tevî ku dewleta wî çendîn girîngiya wê hebe jî, lê karînên aborî û malî ji bo ewqas berfirehbûnê tune ne.” 

Neîsa wiha domand: "Tirkiyê dikeve şer û nakokiyên xwînxar. Di dawiyê de dê ev kiryar karînên Tirkiyê bi dawî bike û bibe sedema helweşîne wê."

Neîsa wiha got: “Gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina herêmên din, ne tenê di çarçoveya ku me li jor behsa wê kirine de ye. Ew dikeve çarçoveya têkiliyên nakok û girêk a Tirkiyê bi her du dewletan re Rûsya û Emerîkayê re heye. "

Neîsa diyar kir ku Erdogan bi van siyasetên xwe yên dijminahî dixwaze bersîva rexneyên Emerîkayê yên girêdayî kirîna pergala S-400 bide. Neîsa got: “Ew dê bi awayekî mezintir bi Rûsyayê re hevkar be. Rûsya ji bo tekezkirina helwesta Tirkiyê ya dawî, li ser dagirkirina Efrînê bêdeng ma. Dibe ku li hember dagikirina xakên din ji Sûriyê bê deng bimîne."

Di berdewama hevpeyvînê de Dr.Xiyas Neîsa got: "Reftariya dijminahiyê ya pergala Erdogan, revîna wê ji  pirsgirêkên welêt ên ku mezin dibin, rave dike."

Neîsa wiha pê de çû: "Lê ya ku nehat hesabê Erdogan, ew e ku zêdekirina hêzên xwe li Iraqê ne jêdara hêzê ye lê belê dê wî bêtir zeîf bixe. Her wiha berxwedana li hember dagirkirina wî li Iraq û Sûriyê dê xurtir û dijwartir bibe. Bê guman dê bibe jêdera hilweşandina hêzên wî."

Berdevkê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî yê Sûriyê Dr.Xiyas Neîsa bang li gel û hêzên demokratîk ên Tirkiyê û welatê cîhanê kir ku li hember zêdegafiyên Erdogan ên ku herêmê dixin nav şer û wêraniyê, bisekinin.

Di dawiyê de Neîsa got: "Ji erka tevahiya kesên demokrat û çepgirên Sûriyê, herêmê û cîhanî ye ku li hember pergala Tirkiyê ya beredayî bisekinin. Hevgirtinê bi şênî û hêzên siyasî yên herêmên Rêveberiya Xweser ava bikin. Ji ber ku Rêveberiya Xweser dê li hember her êrîşekê li dijî gel û axa me bisekine."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din