‘Pergalên dîktator hewl didin vîna jinan bişkînin’

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbicê Sûzan Hisên, girtin û tundiya ku li dijî jinan a li bakurê Kurdistanê û herêmên dagirkirî tên meşandin, wek hewldanek ji bo ferzkirina hegemoniya mêrdestî li ser jinan wesifand. Sûzan bang li tevahiya jinan kir ku li hember van siyasetan serî hildin.

Dewleta Tirk siyasetên xwe yên tund li dijî jinan didomîne û hovantirîn sûcan li dijî wan pêk tîne. Bi armanca ku vîna wan a xurt bişkîne, dengê wan qut bike û hegemoniya desthildarî li ser wan ferz bike.

Di hefteyên derbasbûyî de desthilatên dewleta Tirk di hewldanekê de ji bo ku jinan bitirsîne, hemleyên girtinê yên ber fireh li dijî siyaetmedar, rewşenbîr û rojnamevanên jin dan meşandin û gelek ji wan girtin.

Derbarê vê mijarê de hevseroka Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbicê Sûzan Hisên got: “Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê neyên qebûlkirin. Bi taybet girtinên bê ser bû ber ên çalakvan, rewşenbîr û rojnamevanên jin. Dewleta Tirk hewl dide hegemoniya desthilatê li ser jinên bi rêxistinkirî ferz bike. Dewleta Tirk ji van sûcan armanc dike nasnameya rojnamevanên jin biçewsîne da ku rastiya rewşên dijwar ên ku Tirkiyê tê re derbas dibe, raneghînin.”

‘BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ Û ÎRANÊ JÎ BERDEWAM IN’

Têkildarî sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jinan li herêmên dagirkirî Sûzan got: “Ji dema rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ`ê jinan tev li warên siyasî û leşkerî bûn. Di qadan de têkoşîn meşand û rola xwe ya pêşeng lîst. Lê ev ne li kêfa dewleta Tirk bû. Ji ber wê da koçberkirin, tundî li dijî jinan pêk anî, da revandin û dest avêt ser wan. “

Sûzan destnîşan kir ku gelek dewletên dîktator ên mîna Îranê dixwazin zincîran li jinan ferz bikin û wiha axivî: “Rejîma Îranê ji ber tawanê fêrkirina zimanê dayîkê, 10 sal ceza li mamosteya zimanî Kurdî Zara Mihemedî birî.”

Sûzan di dawiya gotinên xwe de bang li tevahiya jinan kir ku serî hildin û mamosteya zimanî Kurdî Zara Mihemedî azad bikin û wiha got: “Rê li pêşiya zulm û zordestiya pergalan bigirin. Em bang li rêxistinan dikin ku ji bêdengiya xwe li hember sûcên li dijî jinan tên kirin, derkevin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din