Perwîn Îbrahîm: Divê hikumeta Sûriyê guh bide daxwaz û nêrînên gel

Sekretêra Giştî ya Partiya Ciwan a Avakirin û Guhertin Perwîn Îbrahîm bang li hikumeta Sûriyê kir ku nêrîn û daxwazên hemû pêkhateyên  Sûriyê guhdar bike û got: “Çareserî bi girtina nêrîna aliyekî tenê ne pêkan e.”

Sekretêra Giştî ya Partiya Ciwan a Avakirin û Guhertin Perwîn Îbrahîm derbarê hevdîtinên Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê û sedema ku aliyên Sûrî ta niha negihiştine çareseriyekê ji ANHA‘yê re axivî.

Perwîn got: "Tu kes nizane bê Sûriyê bi ku dervê ve diçe. Ji ber ku ta niha lihevkirinên navdewletî ne zelal in û ji bo çareseriya aloziyê Sûriyê hîna dewlet negihiştine lihevkirinekê. Dîsa ji ber ku di navbera dewletan mîna Tirkiye, Îran, DYA û Rûsyayê de nakokî hene. Di çareseriya siyasî ya ji dosyaya Sûriyê re nezelalî heye."

Perwîn diyar kir ku destwerdana di rewşa Sûriyê de wê çareseriyê bi xwe re neyne û wiha axivî: "Lihevkirina navdewletî dê dawiya şerê li Sûriyê bîne, dema ku dewletên mezin li ser çareserkirina vê dosyayê li hev bikin wê çareseriya siyasî li Sûriyê pêk bê. Ne Sûrî û ne jî hikûmeta Sûriyê dikarin sînorekî ji mudaxeleyên derve re deynin."

Perwîn bibîr xist ku dewleta Sûriyê heta niha hebûneke wê ya taybet nîne, Amerîka, Rûsya, Îran û dewletên din ên li ser erdê, her wiha mijara sînordarkirina mudaxleyên derve ne bi lihevkirina navdewletî û çareseriya siyasî be ne pêkan e. Perwîn got: " Wê demê em dikarin bêjin em destwerdana derve qebûl nakin."

Sekretêra Giştî ya Partiya Ciwanan a Avakirin û Guhertin di berdewama axaftina xwede got: “Partiya me ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi çareseriya bi rêya lihevkirinan, parastina yekîtî û serdestiya Sûriyê ye ya ku daxwaza pêkhateyên  Sûriyê di ber çavan re digire, re ye.”

Perwîn anî ziman ku divê hikumeta Sûriyê daxwazên gelê Sûriyê guhdar bike û ev tişt anî ziman: "Di hemû kongreyan de, ya dawî Soçî bû me xwest ku beşdarbûna me di çareserî û guhertina siyasî ya bê de hebe. Çareseriya yek alî ya ji aliyê desthilta Sûriyê ve ne çareserî ye. Heger rejîm difikire ku rewş vegere mîna beriya sala 2011‘an û partiya wî li ser erdê serwer be, na bifikre ku dê karibe çareseriya ewlehî ferz bike û saziyên xwe yên ewlehî vegerîne. Ev hemû mijar dê pêşketinên di diyalogên çareseriyê de asteng bikin."

Têkildarî diyalogên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de Perwîn Îbrahîm wiha axivî: "Agahiyên me li ser mijarên hin diyalogan hene, me bi hin partiyên di nava Rêveberiya Xweser re hevdîtin çêkirin. Me nêrîna xwe ji Wezareta Derve ya Rûsyayê re got, nêzîkatiyên erênî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hene ku amadebûna xwe ji diyalogan re anîn ziman. Lê ev bi garantoriya Rûsyayê be. Her wiha me nêrîna wan jî ji aliyê Rûs re parve kir."

Perwîn diyar kir ku Rûsya bi hin partiyên Kurd û Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî, lê hikumet ne cidî bû, tenê demê dixwaze.

Sekretêra Giştî ya Partiya Ciwanan a Avakirin û Guhertin bang li partiyên Kurd kir û got: "Divê gelê Kurd ne tenê Rêveberiya Xweser wek daxwazekê bipejirîne, divê daxwazên Kurdan bêhtir bin. Divê destûr bi pêkhateya Kurd ji aliyên siyasî û çandî ve îtîraf bike. Kurd karibin rûmeta xwe biparêzin. Li ser qada siyasî hebin."

Sekretera giştî ya Partiya Ciwan a Avakirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîm di dawiyê de bang li Rêveberiya Xweser kir û got: “Divê Rêveberiya Xweser deriyên xwe ji tevahiya partiyan û kesayetên siyasî re veke da ku tev li rêveberiyê bibin û projeya xwe xurt bike. Bi awayekî mezintir bi hikumeta Sûriyê re dest bi diyalogê bike.”

ANHA


Mijarên Din