Pevçûnek li daketina Til Temirê di navbera hêzên Amerîka û Rûsya

Pevçûnek di navbera hêzên Amerîka û Rûsya de îro sibehê li daketina navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li herêma Cizîrê rû da.

 

Erebeyên leşkerî yên Amerîkî û yên Rûsya li daketina navçeya Til Temirê kom bûn û pevçûnek di navbera herdu aliyan de rû da.

Piştî pevçûna li ser rêya M4 erebeyên Rûsya berê xwe dan kantona Qamişlo, her wiha hêzên Amerîka berê xwe dan rêya bajarê Hesekê.

Piştî bûyerê bi nîv seatekê 2 helîkpoterên Rûsya li asmanê Til Temirê geriyan, her wiha balafirên şer ên Amerîka geriyan.

Li dagerandina navçeya Til Temirê 3 erebeyên Rûsî li hemberî erebeyeke amerîkî rawestîne.

Piştra erebeyên Rûsya berê xwe dan nuqteya Rûsya li mezreya çêlekan a girêdayî Til Temirê.

Heta niha her du helîkopterên  artêşa Rûsya li asmanî Til Temirê digere, lê erebeyên Amerîka li dagerandina navçeyê ye.

Beriya niha, careke din pevçûn di navbera hêzên Rûsya û Amerîka li navçeya Çelaxa rû da, lê bi navbeynkariya QSD`ê nakokiya Amerîka û Rûsya rawestiya.

(jo)

ANHA


Mijarên Din