‘Peyama Rêbertî hêzê dide’

Berpirsê têkiliyên dîplomasiyê yê PYD‘ê Bekir Hec Îsa destnîşan kir ku peyama rêber Abdullah Ocalan di pêvajoyeke hesas de hat û got “Peyama Rêbertî hêzê dide projeya li herêmê". Bekir Hec Îsa banga parastina destkeftiyên gelê Kurd û tevahî gelên herêmê kir.

Berpirsê têkiliyên dîplomasiyê yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li herêma Firatê Bekir Hec Îsa der barê peyama rêber Abdullah Ocalan a di 4‘ê Adarê de ji ANHA‘yê re axivî.

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de ji bo gelê Kurd gotibû: "Her tişt girêdayî têkoşîna we ye, heger we pêşketin pêk anî, her tişt dê çareser bibe. Heger hûn nikaribin jî her tişt dê wekî xwe dewam bike, tecrîd û herikîna xwînê wê berdewam bike."

‘ARMANCÊN PEYAMÊ GELEK IN’

Bekir Hec Îsa anî ziman ku peyama rêber Abdullah Ocalan di demeke hesas de hat û gelek armancên wê hene. Îsa got: "Tevî tecrîda di nava 4 dîwaran de, lê ji gel û doza wê dûr neket. Ev di peyama wî de diyar bike, ramanên wî mîna hêz û destekê ji bo projeya neteweya demokratîk in."

Hec Îsa destnîşan kir ku Rêbertî banga yekitiyê, kombûna li derdora projeya neteweya demokratîk û xebateke hevpar ji bo parastina deskeftiyên ku li ser erdê bi xwîna şehîdan hatine qezenkirin, li gelên herêmê dike.

‘ÇARESERÎ DI HÊZA GEL DE YE‘

Îsa di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji siyasetmedarên Kurd dixwaze ku çav û dilê civakê bin da ku civakê ber bi rêya durist ve bibin û pirsgirêkên wê çareser bikin. Îsa got: "Rêbertî diyar dike ku çareserî di avakirina hêza gel de ye ku hemû şêniyan di nav xwe de dhewîne. Bi hêzê tenê hûn dikarin xwe û projeya xwe ya ku hûn ji bo wê dixebitin, biparêzin."

Bekir Hec Îsa bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan bang li Kurdên li Bakurê Kurdistanê dike ku rêyeke serbixwe hilbijêre ji bo ku nehêle gelê Kurd bibe qurbaniyê komployên dewleta Tirk.

Hec Îsa got: "Peyama ku Rêbertî ji bo gelê Ereb şandibû peyama ji bo niştecihên herêmê rehet bike ku jiyana hevbeş rêbaza herî guncaw a berxwedana parastina welat û jiyana aştiyane ye."

Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawîn de gotibû: "Li Rojava gelek eşîrên Ereb hene. Tu yê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji wan kesan re ku li wir di saziyan de dixebitin, gelek silav û hurmetên min bibêje. Kesên li Rojava kedê didin gelekî bi nirx in. Ji ber xebata wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dikin. Serkeftinê ji wan re dixwazim."

Hec Îsa wiha pê de çû: "Hêza rasteqîn ne çek e, lê gel bingeha hêzê ye. Divê partiyên siyasî bibin yek û li hev bikin da ku civakê bi rêbazên rewa biparêzin. Rêber Abdullah Ocalan di payama xwe de dibêje kesên ku ji bo berjewendiyên kesayetî kar dikin, divê destên wan werin jêkirin. Ji ber ku projeya em pê rabûne ji bo azadiya gelan e ne ji bo azadiya kesayetî ye."

Rêber Abdullah Ocalan dibêje: “Ev 50 sal e em kedê didin, nirx hene. Me gelek bedel dane. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê ji bo we pirsgirêkê çareser bike. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî."

Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de got: “Peyama Rêbertî hêzê dide projeya herêmê. Em bang li hemû aliyan dikin ku ji bo serxistina projeya demokratîk a li herêmê û parastina destkeftiyên gelê Kurd û hemû gelên herêmê bixebitin.”

ANHA


Mijarên Din