Peyama şehîd; cewhera jiyana rasteqîn li çiyayên Kurdistanê yên bedew e

Şehîd Sînor bû aşiqê xweza û çiyayên Kurdistanê, di wesfa wê de afrînerî bi pêş xist û diyar kir ku cewhera jiyana rastîn li çiyayên Kurdistanê yên bedew e. Bi wê re jî yên aşiqê wê dibin, ne tenê bi teorî, lê belê ji bo wê canê xwe didin û wiha got: "Ji bilî eşqa şoreşger a ji çiya, gel û welatê xwe re, tu eşq tune ye ku xwîn bi azadî di oxira wê de were rijandin"

Bi hezaran ji ciwanên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dema damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistanê û heta îro de tev li wê bûn. Ew jî ji bo ku bi tevgerê yê ku xwe dispêre têgeha azadî, wekhevî û têkoşîna ji bo mafên gelên bindest, bawer in. Di nava tevgerê de heta niha nêzî 6 hezar ji ciwanên Rojava şehîd bû û wan şehîdan piştî tevlêbûna li tevgerê peyam ji malbatên xwe re şandin û tê de eşqa ji welat û girîngiya têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û adaletê re diyar kirin, ji wan şehîdan jî şehîd Sînor e.

Şêxmûs Îsa (Sînor), cihê jidayikbûnê wî gundê Sofî yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ye, di 1990’î de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê bû, li herêma Heftanîn di sala 1993’yan de şehîd bû. Piştî tev li tevgerê bû peyamek ji malbata xwe re şand û tê de sedemên tevlêbûn û girîngiya têkoşîna şoreşgerî eşkere kirin.

Li gorî naveroka peyama Sînor ji malbatê re, girêdana wî bi rihê şoreşgerî ya kûr, bi xwezaya Kurdistanê re ya bi salan êrişên li dijî wê pêk tên ve eşkere dibe. Her wiha di peyamê de tê diyarkirin ku divê gelê Kurd nekeve xefka şerê taybet ê dewleta Tirk û hêzên Kurd nekeve xefk û lîstokên dewletên mêtînger.

Di peyama destpêkê de şehîd Sînor wiha dibêje: "Di jiyanê de her mirovek li gorî rêgezekê tev digere, lê belê tişta xweşbîn ew e ku pêkanîna vê rêgezê di jiyana pratîk û gihandina serfiraziyê ye. Min ji rêgeza azadî û serxwebûnê pîroztir nedît. Ji ber ew bingeh in û kesê van her du rêgezan pêk tîne, cihê rêzgirtinê ye û ew ji bo van her du gotinan xwîn li nuqteyeke sînor a di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, dibe fîdayî welat û gel."

 ‘KÎ BIXWAZE RÛMET Û ŞEREFÊ BINIVÎSE, BILA ALÎGIRIYA RÊGEZA AZADÎ Û SERXWEBÛNÊ BIKE’

Em van gotinên kurt û cewherî ji we re dişînin û berê me li qada welat e, qada fîdayî û rûmetê ye. Ger kî bixweze rûmet û şerefê binivîse, bila alîgiriya rêgeza azadî û serxwebûnê bike û tevahî derfetên xwe ji bo dayîna vê rêgezê vala bike, çi madî çi manewî çi jî dayîna rih ji bo welat dibe. Ger ev derfet li gel kê hebin û tê de ne comerd bû, wê demê welatparêziya xwe kêm e û em dikarin bêjin jî ew xayîn e, xizmetî şerê taybet û dijmin dike. Ji lew re bi navê min û tevahî hevalan ji gel û her kesê xwe xwedî welaparêzî dibîne re dibêjim ku ji şerê qirêj ê ku berjewendî ji bo welat û gel tune be, bi dûr bikevin."

Lê di peyama duyemîn de ê ku şehîd Sînor ji malbata xwe re şandiye, tê de pêşdeçûnên li herêmê û girîngiya berxwedanê şîrove dike û wiha got: "Berxwedana jiyan e û bi rêya berxwedanê em jiyaneke azad a serbixwe ji gelê xwe re diafirînin û tenê berxwedan ji bo serkeftina diruşmeyên me ye. Bila em wisa bin û di şoreşa me ya rizgariyê de serkeftin para me be û pêşeroj a me be. Heke dijmin bixwaze yan nexwaze, rêbertî em wisa fêr kirin."

 ‘JI BILÎ EŞQA ŞOREŞGER A JI ÇIYA, GEL Û WELATÊ XWE RE, TU EŞQ TUNE YE KU XWÎN BI AZADÎ DI OXIRA WÊ DE WERE RIJANDIN’

Ji serê çiyayên Behdînan ên herêma Heftanîn, ji deverên berxwedan, kelha berxwedan û têkoşînê, ji nav dengên gule û kaniyên siruştî û bêhnên xweşik ên nefesa mirov vedikin, ji nava dilê Kurdistanê yê bedewî, me gelek tiştên nû keşf kirin, em çiqas li ser wê binivîsin jî mafên wê nayên dayîn. Ji ber dema em derbasî çiyayên Kurdistanê bûn û me bi vê xweşikbûnê û bi çavên şoreşgerî dît, ji nirxandina me mezintir hat eşkerekirin û me tu wate ji jiyana kevn nedîtr. Ji ber ne jiyaneke rastîn a welatparêziyê ye, lê belê cewhera rastîn li van çiyayên bedew e ku hiştiya em bibin aşiqê wê. Eşqa me ne tenê taorî ye, lê belê eşqa me di oxira fedayîbûnê de ye û en eşq û evînekî kaotîk e. Lê belê eşqa şoreşger ji çiyayên şoreşgerî ye. Ji ber tu eşq ji bilî eşqa şoreşger a ji çiya, gel û welatê xwe re tune ye ku xwîn bi azadî di oxira wê de, , birijîne. Bi hezaran şehîdên bûne sembola berxwedan û têkoşînê hene.

Jiyana li nava PKK’ê cewhera jiyana rastîn e û tişta bingehîn jî rihê hevrêtiya bilind a li hember tevahî hewldanên tesfiyekarî disekine. Kesên jiyana şoreş û hevrêtiyê hilnegirin, mirin an jî teslîmiyetê di kesayetên xwe de nizanin. Ji ber gotina şoreşgerî sekna li hember astengiyan e û ne teslîmiyet û xwetewandina ji bo rewşên dijwar e. Ji ber rihê ku PKK’ê di me de çandiye, teslîmiyetkariyê nasnake, lê belê rihê berxwedan û fedayî nas dike. Kesên ku van her du sîfetan wernegire, dê têkeve çiravekê ku rêya wê tune be. Keda mezin a li gel hevrêyên PKK’ê kûrahiya cewhera rastîn, girêdayîna mirov bi welat, doza azadî û serxwebûnê ye ku di oxira wê de bi hezaran şehîd hatin dayîn.

Armanc nûnertiya berjewendiyên tevahî gelê Kurdistanê ye, ji lew re em dibînin ku PKK’ê nûnertiya girseya gel li Kurdistanê û tevahî qadan dike. Ji ber xwe dispêre taoriya zanistî ya xizmetkirina mirovahiyê ji tevahî aliyan ve û mijara welatparêziyê, mijareke ji bo pirsgirêkên mirovan pir girîng e û kesê li Kurdistanê ne welatparêz be ne mirov e û ev mijar jî PKK’ê di me de çand û ev jî cewhera nakokiya di navbera fermandarên PKK’ê û fermandarên Kurd ên dîtir ên bi nûnertiya partiyên Kurd de ye. Rêber Apo rêberekî dîrokî yê û di şexsê xwe de tevahî nirxên mirovahî û welatparêzî sepandin, çareserî ava kirin, ji bo doza gelê Kurdistanê çareseriya azadî û serxwebûnê pêk anîn. Rêber Apo tevahî girêkên serdemê çareser kirin. Divê gelê Kurdistanê rêgezên rêbertî biparêze û bi tektîkeke cesaret derbasî jiyana xwe ya pratîkî bike, da ku xebata guhartinê ji bo berjewendiya gelê Kurd be. Bi vê yekê em derbasî refên ARGK’ê bûn, da ku beşekî biçûk bidin mafên rêbertî, partî û şehîdan wê bikin alaveke serkeftinê li dijî dijmin.

JI TEVAHÎ WELATPARÊZÊN BI RÛMET RE:

Her biharek di ser şerên me yên rizgariyê re derbas dibe, li pêşberî dijmin aloziyekê çêdike.  Lê belê bihara 1992’yan, bihareke cuda bû, bihareke germ a şerên rizgariyê bû û bihareke rêwitiya serkeftinê bi kûrahî diyar kir. Ji lew re divê welatparêz vê yekê baş bizanin û ev bihar çewtiyên mezin qebûl nake. Lê belê pêdiviya xwe bi têgihaştina erkên demê û tevgera li gorî wê heye û hewldanên dijmin jî yên wergirtina encamekê hene. Lê belê gelê Kurdistanê yê welatparêz bi milyonan heye. Ji lew re em dikarin bêjin insiyatîfa sereke di destê wê de ye û dê pêngavên mezin biavêje ku dijmin di tevahî aliyan de felc bike û derbeyan li saziyên wê yên aborîû çandî yên li derve û hundir bixe.

Ji lew re em dibêjin encama 1992’yan dê di destê me de be , tevahî pêngav girêdayî hêzên ARGK’ê, kedên gelê Kurdistanê yê bi nûnertiya ERNK’ê û alîkariya wê ya şoreşa şerê serxwebûnê be. Ev pîvanên welatparêzên birûmet ên gelê Kurdistanê ne. Ji lew re kesê bixwaze  bibe welatparêzekê rastîn, nabe li pêş welatparêziyê bisekin û parçeyên Kurdistanê ji hev bike. Ji ber hûn dizanin ku Kurdistan ji 3 hezar sal ve di bin nîrê mêtîngeran de ye, dijmin hewl da têgeha welatparêziyê asîmîle bike û ji dêvla wê têgeha îxanetê biçîne, her wiha mêtînger tevahî rêbazên fişarê li gel, jin û zarokên me bi rêya gazên kîmyawî û komkujiyên hovane pêk tîne.

 ‘KU ME RASTÎ BAŞ Û KÛR NAS KIR WÊ DEMÊ EM WELATPARÊZÊN DIRUST IN’

Ku me rastî baş û kûr nas kir, wê demê em welatparêzên dirust in, em ê li dijî tevahî têgehên tunekirina welatparêziya rastîn a bi rêya lîstok û xapandinan bisekin, bi taybet mîna fermandariya PDK’ê. Ji ber PDK’ê astengiya herî mezin li pêşberî pêşdeçûna gelê Kurdistanê yê Başûr e, bi taybet li herêma Behdînanê. Ji ber binesaziya wê eşîrtiya paşketî ye û li pêşber şoreşa rizgariya Kurdistanê asteng e. Lê belê li pêş PKK’ê çi astengî hebin, radike û kî bawer nake bila dîroka vê partiyê bixwîne.

Em bi tu astengiya ku çarenûsa gel bi tevahî hilweşîne qebûl nakin, niha tektîka PDK’ê ji şerê taybet a dewleta Tirk e, ew jî qetilkirina her mirovî li herêma Behdînan bi pêş bikeve. Îro jî agahiya şehîdbûna Sadiq Umer û Elî Şeiban bi destê PDK’ê li nêzî Zaxo kete destê me û gelek tiştên din hene, em dixwazin bispêrin welatparêzan da ku rastiya vê yekê binasin, lê belê dem nabe alîkar.

Divê tevahî vê rastiyê bizanin û dibe ku hin jî vê yekê çewt fêm bikin, pir ji wan hene û wan nas dikim. Her wiha dewleta Tirk xayînan ji Tirkiyê dişîne Behdînan da ku li dijî me derkevin û gundan ji xwe re ava bikin.

Lê belê di vê demê de gelek pêngavên girêdayî vê alî tên derbaskirin, ji tektîkên siyasî û leşkerî, şikandina tektîkên dewleta Tirk û hewldana wan a vegerandina li siyasetên birakujiyê. Girêdayî vê yekê PKK’ê hişyar e. Ji ber bi rihê şoreşgerî, fikir û felsefeya rêberê dîrokî rêber Apo, PKK’ê jî karî vîna gel bi tevahî bikira yek. Da ku bibe çavkaniya hêzeke xurt ji gelê me re. Belê, ev rastiya PKK’ê ye ku tevahî tovên qirêj ên ku mêtîngeriyê di nava gel de çandine rakirin û karî ji eniya ERNK’ê li tevahî parçeyên Kurdistanê bikira yek. Di vî warî de pêngava yekem e û em li vê rastiyê digerin, ji ber ku hêzên ARGK herêmê kontrol dikin, û ji tevahî deveran bi sedan şervan tev li me dibin.

Ji lew re ji tevahî welatparêzan tê xwestin ku li gorî derfetên xwe di meclisa şoreşerî de ya bi nûnertiya vîna gelê Kurdistanê li tevahî parçeyan tev bigerin. Bi wê re pêngav bi pêngav em ê bixebitin heta Kurdistanê rizgar dikin. Divê tevahî nûnertiya vîneke pola bikin, alîkariya hevrê û partiyê bi tevahî dertefan bikin. Baweriya me bi we xurt e, silav û rêzên şoreşgerî."

(fr)

ANHA


Mijarên Din