Peyama şehîd Ezîz Ereb: Dema me berê xwe dida gundan, ew roj ji bo gel cejn bû

Şervanê înternasyonal Şehît Ezîz Ereb (Nadir Şêx Hesen) berî şehadeta xwe nameyek ji malbata xwe re şandibû tê de gotibû; wexta em diçûn nav gundan, gel ewqas kêfxweş dibû ku  te digot qey cejn û dawet e.

Ji bo Tevgerekê ku herî baş endamên wê dikarin rastiya wê vebêjin. Ji ber ku wan di her qonaxa wê de, di her pêngava wê de, di her zor û zehmetiyên wê de cih girtine û wan rasteqîniya wê heta kezeba xwe hilmiştine. PKK digihêje 43 saliya xwe. Dîroka wê ancax ew kesên ku ev dîrok jiyan kirine, bi awayekî rastir û baştir ji her kesî re behsa wê bikin. Rêya herî baş a famkirina PKK’ê guhdarkirina van şahidên vê rêwîtiya pîroz e. 

Ezîz Ereb di nivîsên li paş xwe hiştî de, di nameyên wextên cuda cuda nivîsî de pir bi aşkere dibêje ka PKK hêj wan salan tevgereke çawa bûye, ji aliyê gelê Kurd ve çawa dihat pêşwazîkirin û gel çawa xwedî lê derdiket.

PKK di van rojan de dikeve 43 saliya xwe. Em jî dê hem nivîsên kadroyên PKK’ê ku di demên cuda de gihaştine asta şehadetê û hem jî nêrînên wan ên derbarê wê dema wan û têkoşîna wan a wê demê bi we re parve bikin. 

Nadir Şêx Hesen (Ezîz Ereb) yek ji kesayetên enternasiyonalîst ên ku tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûyî ye û şehîdê yekemîn ê Erebên Sûriyê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ezîz Ereb xwediyê vê gotina navdar e: Ez ê bimirim û ereb bimînim û bijî biratiya gelên Rojhilata Navîn).

Şehîd Ezîz ji gundê Meryemînê yê girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî ye, di 1964’an de hate dinê, di nava malbateke welatparêz ku rewşa wê ya madî navîn de jiya, merheleya xwendinê ya seretayî li kantona Efrînê xwend û piştî malbata wî çû Helebê merheleya navîn li wir xwend.

Li gorî malpera Şehîdên Azadiyê ya taybet bi şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, şehîd Ezîz Ereb bi rêya bavê xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Lêgerîna wî ya jiyaneke şoreşgerî bi pêşketina merheleyê ya wê demê re, berdewam bû. Di 1983’yan de tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û li herêma Hekarî di 17’ê Nîsana 1986’an de şehîd bû. Ezîz Ereb yek ji şervanên bi Masûm Korkmaz re li çiyayên Kurdistanê bû. Şahidê gelek destanên lehengî û pêşketinên li herêma Botan bû û gerîlayekî hêviya wî yekitiya gelan bû û di nava refên gerîla de dît.

Di peyameke xwe de, şehîd Ezîz Ereb behsa berxwedan û hêviya ji bo yekitiya gelan dike û wiha dibêje: "Ji salekê ve ez li Kurdistanê me, ez di nava şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de fêrî gelek tiştan bûm, her wiha şahidê gelek pêşdeçûnên şoreşgerî yên her deqe û saetekê bûm, tevî derfetên kêm. Yek ji şervanên qehreman ên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku leşkerên Tirk derkirine, tirs û xof di dilê artêşa Tirk de çandiye Mihemed Çîçek bû. Dema şev dibû, leşkerên Tirk ji tirsa re ji mewziyên xwe dernediketin û gule heta bi sibehê ji ber tirsa êrişa şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê, diavêtin. Ev artêş bû cihê pêkenokê, ne tenê ji gelê Kurdistanê re, lê belê heta ji zarokan re."

Di peyama ku şehîd Ezîz Ereb ji malbata xwe re şandiye de, hin helwestên ku ew şahidê wê bû vegotin: "Rojekê, leşkerên Tirk gundî li gundekî Kurdistanê kom kirin û bi bihaneya li gel wan çek hene, êşkence kirin, heta zarok jî êşkence kirin. Lê belê tu tişt nedîtin. Di encama êşkenceyê de, mêr û zarokan ji leşkerên Tirk re gotin (Em ê cihê çekan ji we re eşkere bikin). Wan leşker birin cihekî ku lê kevirekî mezin heye ku cihekî dijwar e û gotin çek li wir in. Lê piştre leşkeran zarok girê dan, lê tevî hewldana leşkeran negihaştin wî cih. Bi şevê û tirsa leşkeran a hatina şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê re, ew herêm hiştin. Ji ber leşker dizanin ku şervan di şevê de tevdigerin. Lê piştî leşker çûn zarok vegerîn malên xwe, henekên xwe bi leşkeran dikirin û qehremantiyên xwe vedigotin."

Şehîd Ezîz Ereb bi rêya peyama xwe îşaret bi zulma li dijî gelê Kurd a bi destê dewleta Tirk dike û wiha eşkere dike: "Gelê Kurd ji dest dewleta Tirk gelek azar kişandin û nehat texmînkirin ku rojek were û gelê Kurd ji bo azadiya xwe li dijî dewleta Tirk têbikoşe. Lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re, merheleyek nû dest pê kir û gel bi têkoşîna Tevgera Azadiyê ya li dijî dewleta Tirk bawer kir. Li gel wê jî beg û berpirsên Li Enqereyê peyma û biryar ji fermandarên artêşê re dişandin û ji leşkeran re digotin (heta avê, ji destê gundiyan venexwin, ji ber her kurdek dijmin e) ev jî nîşaneya helwesta dimin e û heman demê de hêrsa gel ji dijmin e.

Têkoşîna Tevgera Azadiyê rojane mezin dibe û gel bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwaz dike. Dema em diçûn gundan, ew roj ji bo gel cejn bû û digot; Ha karker hatin. Gundiyan her erkek bê dudilî pêk dianî heta zarok jî li benda erkên xwe bûn. Di pirî caran de dema artêşa diketin gundan, zarokan guleyên leşkeran didizîn û vedişartin û dema em diçûn gund ew gule didan me û hîsa serkeftinê dikirin."

Şehîd Ezîz Ereb di peyama xwe de behsa têkoşîna jinê kir û wiha tê de hat nivîsandin: "Jina Kurd ne dûrî têkoşînê ye, gelek ked da û tê koşiya. Di pirî caran de xwarin ji me re bi rêbazên cuda dianîn, heta dijmin li herêmê be jî."

Şehîd Ezîz Ereb li ser xwedîderketina gel a têkoşîna PKK’ê axivî û wiha got: "Ez wek şervanekî enternasiyonalîst, şahidê tevahî pêşketinan bûm, dê bi hêza vê tevger, fermandar û destanên ku şervanan nivîsandine, Kurdistanê rizgar bikin û bigihînin serfiraziyê. Ji ber şervan birçîbûn, tîbûn û astengiyan nasnakin, tenê bi azadiya gel, bilindkirina têkoşîna li dijî dijmin û berxwedana mezin di şer de difikirin. Ev qehremantî pîroz û binirx in. Her şervaneke keç û şervanekî xort heta guleya dawî û şehadetê şer dikin. Ji lew re tenê navê karker û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Kurdistanê pêşeng e."

Şehîd Ezîz Ereb di dawiya peyama xwe de wiha eşkere kir: "Gelek kom hatin avakirin û damezrandin. Lê belê bi demeke kurt re bi dawî bûn. Heta hin ji wan jî bûn ajanên dewleta Tirk. Lê belê navê PKK’ê bû rojane mezin bû û bû milkê gel û Kurdistan vegerî fikreke şoreşgerî û her pêşdikeve, cihekî radestbûnê li Kurdistanê nema û em dikarin bêjin; gelê Kurdistanê, gelekî kevn û binrix e û PKK’ê partiyeke pîroz û binirx e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din