Çeteyên DAIŞ`ê di 12`ê Çileyê de Hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya El-Deşîşa ya girêdayî Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin û piştre çeteyan ew herdu jî şehîd xistin.
Di 28`ê Mijdara 2020`an de ajansa me ANHA`yê hevdîtin bi her du jinên ku hatine şehîdxistin re çêkiribû.
Seida El-Hermas ku hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya El-Deşîşe ya başûrê bajarê Hesekê bû, der barê şerê li Sûriyê di nava 9 salan de axivîbû û di axaftina xwe de wiha behsa destekdayîna dewleta Tirk ji çeteyên DAIŞ`ê re kiribû: "Dewleta Tirk a ku çeteyên DAIŞ`ê xwedî dike û destekê dide wan. Li dijî şêniyên herêmê komkujiyên qirêj pêk tîne."
Seida El-Hermas di hevdîtina xwe ya bi ajansa me re bal kişandibû ser amadekariyên gelên herêmê ên di parastina destkeftiyên şoreşê û pêkanîna aramî û ewlehiyê de û diyar kiribû ku herêma ku bi hezeran şehîd di nav çend salên şer de daye amade ye ku bi hezeran şehîdên din jî bide da ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibe.
Di heman rapora ku ajansa me di 28`ê Mijdara 2020`an de bi sernavê "Şêniyên El-Deşîşa: Tirkiyê welatekî dagirker e hewl dide serdema osmanî li herêmê vejîn bike" de belav kiribû, Hindê El-Xidêr jî tê de wiha gotibû: " Pêkhateyên herêmê ji bo parastina her bihosteke ji xaka xwe hevgirtî ne û bi îsrara vê hevgirtinê wê serkeftina li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê pêk bîne."
Di raporeke din de a bi sernavê "Jinên El-Deşîşa: Em hemû şervanên QSD`ê ne" ku di 17`ê Çileyê de ji aliyê ajansa me ve hatibû weşandin şehîd Hind El-Xidêr ev tişt diyar kiribû: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya dewleta Tirk û çeteyên wê bûye kelem, ji ber ku di nava gelê wê de yekrêzî heye û hêz û şervanên wê ku ji bo rizgarkirina şêniyan ji terorên ku tevlîhevî, kuştin, serjêkirin û koçberiya bi navê Îslamê derxistine û pêk anîne, canê xwe feda kirine, hevgirtî ne."
Hind El-Xidêr di gotina xwe destnîşan kiribû ku armanca wan ne tenê parastina Eyn Îsayê ye, lê belê berxwedan û vegerandina herêmên ku dewleta Tirk dagirkirine ji Efrînê heta Serêkaniyê ye.
(bx)
ANHA