Peyama şêniyên Dêrazorê: Fîtneya par gelên pêşerojê parçe nake

Tîmên Cizîrê û Dêrazorê yên ku tev li kernavala wezîşî ya ku bi boneya salvegera 16`an a serhildana Qamiloş lidar ketiye bûne, teqez kirin ku fîtneya par, ne niha û ne jî di pêşerojê de gelan cuda nake. Bi giyana şehîdên 12`ê Adarê ew ê projeya neteweya demokratîk pêk bînin.

Bi boneya salvegera 16`an a serhilana Qamişlo Desteya Ciwan û Wezîşê ya herêma Cizîrê kernevalek werzîşî li stada şehîdên 12`ê Adarê bi dirûşmeya ‘Biratiya gelan misogera azadiya civakan e’ lidar xist. Hezaran şênî ji herêmên cuda yên Qamişlo û Dêrazorê tev li kernevalê bûn.

Stad bi wêneyên 36 şehîdên 12`ê Adarê, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG, YPJ û Tevgera Civaka Demokratîk hate xemilandin.

Her wiha pankartên bi nivîsên `Em tevahiya cureyên înkarkirin û pişaftinê red dikin`, `Bi hev re ji bo Sûriyeyek demokratîk û pirrengî kar bikin` û `Biratiya gelan misogera azadiya civakan e` li dîwarên stadê hatin daliqandin.

Di 12`ê Adara 2004`an de hikumeta Sûriyê hewl da fîtneyek di navbera gelên Kurd û Ereb de bi rêya maça futbolê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û Fitwe ya Dêrzorê biafrîne. Desthilatên Sûriyê di wê rojê de Kurd çewisandin û gule li wan berandin.

Di çalakiya îro de hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Yusif destnîşan kir ku rejîma Sûriyê hewl da fîtneyekê di navber gelên Kurd û Ereb de biafrîne û got: “Ciwanên Kurd serî ji siyaset û êrişên rejîma Sûriyê re netewandin. Ji ber ku ketin ferqa nirxa doza xwe.”

Perwîn diyar kir ku maça îro di navbera her du tîman de lidar dikeve, tevahiya hewldanên rejîma Sûriyê ji bo çandina tevliheviyê di navbera pêkhatiyan de bibin kirin.

Ji aliyê xwe ve hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Elî Umer bal kişand ser ku dijminên gelê Kurd û dagirkerên Kurdistanê dixwazin vîna gelê Kurd têk bibin. Her tim plan dikin hevgirtina gelên herêmê parçe bikin û fîtneyê di navbera wan de biçînin. Umer teqez kir ku gelê Kurd gelek aştîxwaz e û bi têkoşîna xwe fîtne veguherand yekitî.

FÎTNEYA PAR GELÊN PÊŞEROJÊ PARÇE NAKE

Piştre maç destpê kir. Lê beriya wê lîstokvanên her du tîman baxên gulan dan hev. Tîma Dêrazorê pankartên bi nivîsîn `Fîtneya par gelê pêşerojê parçe nake` û `Bi giyana şehîdên 12`ê Adarê ber bi projeya neteweya demokratîk ve` rakirin. Ji aliyê xwe ve tîma Cizîrê pankarta bi nivîsa `Bi giyana şehîdên 12`ê Adarê ber bi yekrêziya Kurd` hildan.

Piştî bidawîbûna maçê Desteya Ciwan û Werzîşê xelatek sembolîk da tîma Dêrazorê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din