Peyamek ji eniya berxwedanê ya Eyn Îsayê: Heke dîsa bên ew ê dîsa bi bin bikevin

Fermandarên QSD’ê yên li eniya Eyn Îsayê destnîşan kirin ku berxwedana QSD`ê derbeyek mezin li dewleta Tirk û çeteyên wê da û êrişên wê yên li dijî bajarokê şikandin. Fermandaran got: “Heke bi dehan caran êrişê me bikin ew ê her carê têk biçin û li ber berxwedana me wê bişkinn.”

24’ê mijdarê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş anîn ser Eyn Îsayê, şervanên QSD’ê bi berxwedaneke mezin bergiriya navçeyê û gundewarên wê kir û di şer û pevçûnên giran de serekçete Îsmail El Evdo jî di nav de 18 çete û leşkerên tirkan hatin kuştin.   

Fermandarê QSD’ê yê eniya şerê Eyn Îsayê Şervan Kobanê der barê şerê du rojan de aşkere kir ku wekî niha berî mehekê jî dîsa van çeteyan xwe li vê herêmê ceribandibû û şikestibûn, niha û piştre jî kengî dagirker û çeteyên xwe êrişan bînin ser me dê rûbirûyê berxwedana polayî ya şervanên QSD’ê werin û hewldanên wan ên dagirkeriyê hatin pûçkirin.

Fermandar Kobanê der barê êrişa 24’ê mehê de agahî dan û got, “Ji 3 milan ve êriş kirin. Serê pêşîn êriş anîn ser kampa Eyn Îsayê. Hêzên me demildest bersiva êrişan dan. Berxwedaneke mezin hate kirin û di encamê de leşkerên Tirk û çete şikestin. Lewra jî paşve kişiyan. Lê gava vekişiyan kuştiyên xwe li erde hiştin. Paşê xeber ser xeberê şandin daxwaza agirbestê ji me kirin û di bin çavdêriya me de birîndar û kuştiyên xwe hildan û birin. Me jî ev daxwaza wan qebûl kir.” 

JI DOST Û NEYARAN RE PEYAMA BERXWEDANÊ

Şervan Kobanê diyar kir ku heye ji vir şûnde jî êrişên bi vî awayî li ser wan bene kirin û got ku ew ê li beramberî her cure êrişê li ber xwe bidin. 

Fermandar Kobanê, bang li Ereb, Kurd, Suryan û hemû pêkhateyên herêmê û her weha li dewleta Tirk û çeteyên wê kir û got, bila dost û dijmin her kes vê biryardariya me ya berxwedanê bibîne. Kobanê di dûmahîka axaftina xwe de weha got, “Bila dewleta Tirk û çeteyên wê baş bizanibin ku canfedayên vî gelî her dem amade ne li dijî her êrişê berevanî û bergiriya xwe bikin. Lewra ez dixwazim vê ji dewleta Tirk û çeteyên wê re bibêjim, ne carekê ne du caran hûn deh carên din jî êrişî me bikin hûn ê dîsa dijî berxwedana me bişkên. Em dijî her êrişê amade ne. Em Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên herêmê dijî dewleta Tirk û çeteyên wê û bermahiyên DAIŞ’ê di her şert û mercî de dikarin gelê xwe biparêzin û berevaniya keramet û mafên wî bikin.” 

 ‘ÊRIŞ DIJWAR BÛ’

Endamê fermandariya QSD’ê yê li eniya Eyn Îsayê Egîd Qeremox got êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya duh ji êrişên wê yên payîza 2019’an  ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê gurtir bû.

Egîd Qeremox piştrast kir ku bi dehan çete derbasî gundê Meilikê û parçeyên ji kampa Eyn Îsayê bûn, da ku rêya M4 û girên li derdora bajarokê Eyn Îsayê dagir bikin.

Qeremox wiha domand: "Me çete li gund dorpêç kir û bi dehan moşekan avêtin wan, pevçûn çêbû û ew revîn."

Li aliyekî din jî QSD’ê di daxuyaniya duh de, piştrast kir ku wan di êrişê de 18 çete kuştin, ji wan yek emîrê DAIŞ’ê yê berê û serçeteyê êrişê yê bi navê Îsmaîl Îdo ye.

 ‘ME HIŞT DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û ÇETEYÊN WÊ CENAZEYÊN XWE BIKIŞÎNIN’

Egîd Qeremox wiha pê de çû: "Fermandariya Giştî ya QSD’ê careke din aliyê mirovî nîşan da û hişt ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cenazeyên xwe yên li gund piştî têkbirina wan, bikişînin."

Di encama 150 moşekên dewleta Tirk a dagirker li taxên Eyn Îsayê de, 8 sivîl û 4 şervanên QSD’ê birîndar bûn.

(od-fr)

ANHA


Mijarên Din