Peykerê şehîd Hebûn Ereb li Tebqayê hate danîn

Bi merasîmekê, peykerê şehîda yekemîn a ji pêkhateya Ereb "Hebûn Ereb" ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, li deriyê têketina bajarê Tebqayê hate danîn.

Piştî zêdetirî 60 rojan ji xebatên avakirin û xemilandina çerxerêya têketina bajarê Tebqayê ya bakur ji hêla Şirket El-Şemal ve û bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê û  Komîteya Rêveberiya Herêmî îro çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb a ku berê bi navê çerxerêya Hecanê dihat naskirin, hate vekirin û perde li ser peykera Şehîd Hebûn Ereb hate rakirin.

Malbata şehîd Hebûn Ereb, hevserokatiya meclisên zagonsaz û rêveber ên Tebqayê, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şaxê Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyê, Rêveberiya Jin, QSD, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed axivî û destanên şehîd Hebûn Ereb bi bîr xistin. Mihemed serkeftina QSD`ê li tevahiya hêzên leşkerî QSD, YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastin pîroz kir.

Piştre bavê şehîd Hebûn Ereb, Wedah El-Selmo axivî û helbestên ku Hebûn hertim digotin ji beşdaran re xwend.

Piştî axaftinan dayik û bavê şehîd Hebûn di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re perede li ser peyker rakirin.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar çandin.

Rîhab El-Selmo bi nasnav Hebûn Ereb ji navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ye, di sala 2013`an de tevlî refên YPJ`ê bû, beşdarî gelek hemleyên li dijî DAIŞ`ê mîna Til Hemîs, Holê, Şedadê, kobanê, Çiyayê Kezwan û Girê Spî dibe. Her dawî di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê şehîd bû.

(şx)
ANHA


Mijarên Din