Peymana veguhastina gaza Deryaya Spî hat îmzekirin

Nûnerên 6 dewletan ku di nava wan de Misir, Yewnanistan û Îsraîl jî hene, îro li Qahîreyê peymana veguhastina gaza rojhilatê Deryaya îmze kir.

Peymana gaza rojhilatê Deryaya Spî ji aliyê Misir, Urdin, Îsraîl, Yewnanistan, Qibris û Îtalyayê ve hat îmzekirin.

Tevlêbûna Misirê ji rêxistina gaza rojhilatê Deryaya Spî re di çarçoveya hewldana veguhastina navenda herêmî ya enerjiyê di herêmê de ye. Misir bi însiyatîfekê wezîrên enerjiyê yên dewletên rojhilatê Deryayê Spî û nûnerên Yekitiya Ewropayê di nîvê Çileya 2019`an de li Qahîreyê vexwendin yekemîn civîna wezîran. 

Li Misirê 2 kargehên gaza xwezayî ya xam hene. Ew kargeh hatin taloqkirin an jî kêmî kapasîteya xwe dixebitin û dibe ku ji bo derxistina gazê werin bikaranîn.

Di salên borî de kanên mezin ên gazê di ava girêdayî Îsraîl, Misir û Qibrisê de hatibûn vedîtin.

(oh)


Mijarên Din