Pilana Tirkî… Gef e ji bo berjewendiyên Amerîka li Rojhilatê Firatê

Gavek ne dûr bû ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di vê dema dawî de. Di dîroka 28.10.2018`an de hin noqteyên Hêzên Sûriyê Demokratîk û malên sivîlan hatin armancgirtin bi mermî, hawan û topavêjan, li herêma Girê Spî û Kobanê. Di encama vê êrîşê de endamek erka xwe parastinê û zarokê 6 salî Sara hatê qetilkirin û du rojnameger jî birîndar bûn. Tiştê ku derdikeve ortê ku ev êrîş encama civîna çar alî ya li Stenbolê bû??

NAVENDA NÛÇEYAN

Çima dewleta Tirk êrîşî Rojhilatê Firatê kir?

Bê guman dewleta Tirk naxwaze şerê Sûriyê zû bi dawî bibe. Ji ber wê jî dixwaze rewabûnekî ava bike da ku fermî mudexeleya Sûriyê bike û li ser bakur rojhilatê Sûriyê şerekî ragihîne. Dewleta tirk bi bahaneya ku ji ewlekariya wê re dibe metirsî van êrîşan pêk tîne.

Dewleta Tirk piştî ku hevalbendên wê yên weke komên îslamî yên radîkal bi ser neketin di van herêmên navborî de hewildana xwe dîsa kir. Ev dewleta ku di heft salên dawî de  rolek xwe ya bê hempa di piştgiriya DAIŞ de dida û ji wan re rêya derbasbûnê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de vedikir.

Dewleta Tirk a di vê dema dawî de li ser herêmên rojhilatê Firatê de ji bo li beramberî tunekirina DAIŞ`ê li parêzgeha Dêra Zorê raweste, ev êrîş pêk anî. Ev gav ji bo DAIŞ`ê bû derfetek da ku xwe ji nû ve komî ser hevdu bike. Xurtkirina çeteyên DAIŞ`ê jî dikeve xizmeta ku eniyên şer li beramberî QSD berfireh bibin.

Rêkeftina Minbicê

Di heman demê ku serweriya DAIŞ`ê berfirehtir bû bi rawestandina operesyona Dêra Zorê Tirkiyê ji nû ve Minbic xist dewrê û dosya wê vekir. Herwiha Tirkiyê ji Emerîka xwest ku zû berê xwe bide pêkanîna rêkeftina Minbicê xwedî naveroka meşandina dewriyetan bi hev re li seranserî xetên sînor di navbera herêmên di bin serweriya Mertala Firatê û herêmên di bin serweriya QSD de.

Tirkiye niha dixwaze derbasî nava bajêr bibe û di nava bajêr de dewriyetên xwe bimeşîne.

Bi dawîkirina projeya Bakur û Rojhilatê Firatê

Dewleta Tirk bi armanca bi dawîkirina projeyên ku li bakurê Sûriyê tasfiye bike êrîşan dike. Operesyona ku di sala 2016`an de li darxist bû sedem ku perçeyek ji xaka Sûriyê dagir bike. Lê xwestekên Tirkan li vir bi dawî nebûn. Xwestin di nava operesyona rizgarkirina Reqa de jî cih bigirin. Lê welatên koalîsyonê erê nekirin û Emerîka xwest QSD li rex wê vê operesyonê bi rêve bibe. Ev biryar jî bû sedem ku hêrsa Tirkan bilindtir bibe.

Bi daxuyaniyên herî dawî yên serokê dewleta Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan xuya dibe ku, projeya xwe ya dagirkeriyê ji bakurê Sûriyê heta sînorê Îraqê bi armanca dawîkirina projeya rêveberiya xweser a ku van herêman heta roja îro parastî ye heye.

Êrîşa dewleta Tirk ji bo komkirina dengan di hilbijartinan de ye

Piştî hin gav ku di Sûriyê de hatin avêtin ji hêla herdu partiyên dewleta Tirk AKP û CHP`ê ve û piştgiriya Erdogan ji hêla hin kesên netewperest ên Tirkî ve. Têkîliya herdu partiyan paş de vegerî û heta di hin kêliyan de qyt bû, ji ber ku hewildana partiya AKP hertim girtina dengan û di nava perlaman de zêdekirina kesayetan bû.

Dewleta Tirkiyê di hin stratejiyan de tê naskirin, wek ku piştî her gavek siyasî yan leşkerî ankêtekî li dar dixe ji bo ku piştgiriya gel jî bigre û bi wê hêzê berdewam bike.

Ev têkîliyên ku di navbera herdu partiyên navborî de xira bûne, wê bi awayekî neyînî bandorê bike. Ji ber ku Erdogan  wê bikeve nava koreriyan de û dawî li fikirên dargerkiriya Erdogan  bîne.

Hewildanên dewleta Tirk da ku têkîliyan di navbera xwe û Amerîka û di navbera xwe û Rûsya de xira neke, hem êrîşî herduyan dike di heman demê de hevsengiyê di navbera wan de ava dike. Tirkiyê dixwaze di Rojhilata Navîn de cihekî xwe bigre ji ber wê jî car caran gefan li Amerîka dixwe û têkîliyan bi Îranê re bi pêş dixe û car caran jî gefan davêje Ewropa ku wê koçber û penaberên li gel xwe ber bi Ewropayê ve rêbike. Her wiha Rûsye ji gefên Tirkan bê par namîne, ji ber ku eger tiştê ew dixwaze pêk neyê bi girtina riya avê û qedexekirina rakirina balafiran li ser ezmanê Tirkiyê û ne kirîna çekan, gefan li Rûsya dixwe. Dewleta Tirkiyê van gavan û vê stratejiyê bi kar tîne di bin navê parastina ewlehiya xwe û ji bo ku hevsengiyê di Rojhilata Navîn de di navbera herdu hêzên sermeyedar de ava bike.

Helwesta Amerîka ji êrîşên li ser Rojhilatê Çemê Firatê 

Piştî êrîşên dewleta Tirk a li ser sînora Bakurê Sûriyê di vê dawiyê de û daxuyaniya QSD`ê ku operesyona Dêrazorê rawestînin hêzên Koalîsyonê bi rêveberiya Amerîka li Rojhilata Navîn da xuyakirin ku êrîşa dewleta Tirk li ser herêmên Rojhilatî Firatê ji bo wan metirsiyan ava dike. Her wiha di daxuyaniyên xwe de dan diyarkirin ku divê armanca yekemîn ew be ku li dijî terorê rawestin a ku DAIŞ`ê nûnertiya wê dike.

Lê Hêzên Sûriye Demokratîk xwesteka xwe da xuyakirin ku ev operesyon hat sekinandin û wê berê xwe bidin herêmên Bakurê Sûriyê da ku ji êrîşên dewleta Tirk ve biparêzin. Amerîka jî ji ber vê biryarê zû ket tevgerê da ku çareseriyekê ji bo vê yekê peyda bike.

Siyaseta Amerîka ji destpêkê ve naxwaze hevsengiyê di navbera herduyan de bike. Ji ber ku Amerîka naxwaze hevalbendên xwe yên ku di herdu hêzan de derdikevin pêş de winda bike, yek hêztirîn hêz di Rojhilata Navîn de ye di vê demê de û ya din jî pirek di nava Rojhilata Navîn û Rojava ve temsîl dike.

Ji ber wê jî helwest derket ku operesyon berdewam bibe û êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê bêne rawestandin.

Girîngiya stratejî ya herêmên Bakur Û Rojhilatî Sûriyê ji bo Amerîka

Amerîka hertim hewildanên xwe ji bo avakirina bargehên xwe di nava cihên xwedî stratejîk hene. Ji ber vê yekê jî bi salan e bargehên xwe li van deveran  ava dike da ku şerê terorê bike. Di van salên dawî de jî li Sûriyê ava kir da ku şerê DAIŞ`ê bike.

Her wiha Amerîka tu valahiyan nahêle da ku hêzên Rûsî yan Îranî tê de bi pêşkevin, bi dawîbûna DAIŞ`ê Amerîka ket ferqa ku Îran û Rûs wê bi pêş bikevin û Îran dikare pirek ji Tehran heta Lubnanê ava bike. Ev yek jî ji bo ewlehiya Amerîka ya netewî dibe metirsî û xeterî.

Dagirkirina Tirkiyê ji herêmên Rojhilatî çemê Firatê re dibe gef ji bo hebûna Amerîka di herêmê de

Amerîka hewil da ji destpêka şerê Sûriyê piştgiriya xwe bide hêzên opozisyonê ji aliyê siyasî, leşkerî, madî û lojîstk  ve û ji bo wan bargehên leşkerî yên perwerdeyan ava bikin. lê bi avakirina DAIŞ`ê xewna Amerîka bi vê yekê winda bû. Lê dîsa jî Amerîka têkîliyên xwe bi hêzên QSD`ê re xurt kir, ev xurtkirin jî di rizgarkirina Kobanê de destpê kir pê re hat heta rizgarkirina Girê Spî, Minbic, Reqa, Tepqa û niha Dêrazorê.

Ev yek ji bo Amerîka bû bawerî ku ji bilî van hêzan tu kes nikare li ser erdê bibe hevalbendê wê û bargehên ku li vir hatine avakirin bikevin bin serweriya wê de.

Lê eger komên çekdar û Artêşa Dewleta Tirk derbas vê herêmê bibe wê ji bo Amerîka bibe metirsî û xeterî jî ji aliyê siyasî û zagonî ve. Nikare parastina xwe bike di herêmê de û wê bibe armancek hêsan ji bo mudexeleya Îran û rêjîma Sûriyê. 

Weke encam çi gav ji aliyê dewleta Tirk ve di van herêman de bê avêtin wê ji bo Amerîka xeteriyan ava bike. Hebûna Tirkan derbaskirina qanûna navnetewî ye ji ber weke dagirkerî tê hesbandin. Sûriyê dikare Tirkiyê weke dagirker nîşan bide û li gel Netewên Yekbûyî de giliyan li dar bixe. Eger Tirkiyê derbikeve tenê komên çekdar wê bimînin û wê bibin armancên hêsan ji bo êrîşên Rûs, Îran û Rêjîma Sûriyê û hebûna Amerîka jî bi vê yekê namîne li van herêman.

ANHA