Pira di navbera Hedadiye û 45 gundan de hat sererastkirin

Şaredariya Gel a Hedadiyê pira ku bajarok bi 45 gundan ve girê dide, sererast kir.

HESEKÊ

Şaredariya Gel a bajarokê Hedadiyê ya girêdayî navçeya Şedadê, xebatên sereratkirina pira bajarok bi dawî kir. Pir ku di encama baranê de hilweşiye, ji ber wê tevgera trafîkê di navbera navçeya Şedadê û bajarê Hesekê û gundan de asteng bû û rê li pêşiya gihîştina erebeyên mezin (sahrîcên avê) ji wan herêman re girtî bû.

Lêçûna sererastkirina pirê ku 4 mehan dom kiriye, gihîşt 60 milyon lîreyên Sûriyê. Piştî pir hate sererastkirin, êdî rêya di navbera bajarok û 45 gundên girêdayî bajarok ê bakurê navçeyê Şedadê û başûrê Hesekê de hêsan bû.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Hedadiyê Abdullah Taha diyar kir ku pir gelekî girîng e, ji ber ku bi rêya wê av digihîje şêniyên gundan û alîkariya şêniyan dike da ku bigihîjin zeviyên xwe.

Abdullha Taha anî ziman ku ger rewşa hewa guncaw be ew ê hejmareke rêyên gundan sererast bikin, peyarêyan û çerxerêyan li bajarok ava bikin û kortên biçûk ên nava bajarok jî bi asfaltê tijî bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bajarokê Hedadiyê 2 salan di bin serweriya DAIŞ`ê de maye, di Sibata 2016`an de ji aliyê şervanên QSD`ê ve di pêngava Xezaba Xabûrê de hate rizgarkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din