Pira Nû ya Reqayê tê sererastkirin

Komîteya Rêveberiya Bajêr û Şaredariyên li Reqayê ragihand ku di rojên pêş de dê Pira Nû sererast bikin, her wiha bal kişand ser lêçûna ji nû ve avakirina bajar ku gihaşt 419 milyar lîreyên Sûriyê.

Civîn bi beşdariya endamên Meclisa Sûriya Demokratîk, hevserokên Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên Komîteya Rêveber a Herêmî û Şaredariyê û dezgehên çapemeniyê yên herêmî bi rê ve çû.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Komîteya Rêveberiya Bajêr û Şaredariyan Ehmed Xelîl axivî û bal kişand ser kar û xebata Meclisa Sivîl a Reqayê ji rakirina bermahiyan, proseya zîftkirinê, sererastkirina kanalîzasyonan û xizmetên din.

Xelîl diyar kir ku lêçûna proseya ji nû ve avakirina bajarê Reqayê gihaşt 419 milyar lîreyên Sûriyê.

Xelîl îşaret bi rola MSD’ê di destekdayîna ji Meclisa Sivîl a Reqayê re kir û got da ku asta xizmetguzariyê li bajarê Reqayê bi pêş bikeve, wan destek da Meclisa Sivîl a Reqayê. Xelîl tekez kir ku Komîteya Rêveberiya Bajêr û Şaredariyan, di rojên pêş de dê Pira Nû ya li başûrê bajarê Reqayê sererast bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Pira Nû di dema dagirkeriya çeteyan de, ji Pira Kevn zêdetir hatibû wêrankirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din