Pirên Til Hemisê têne sererastkirin

Şaredariya Gel a Til Hemisê 4 pirên navçeyê sererast dike, her wiha kortên ku ji ber lehiyê çêbûne, bi kevirên hûr tijî dike.

Rêyên navçeya Til Hemîsê ya Qamişlo di demên dawîn de ji ber barana zêde xirab bûn. Vê yekê jî zehmetî di çûn û hatina erebeyan de çêkir. Ji ber vê yekê Şaredariya Gel a navçeyê hemû kortan bi kevirên hûr tijî kirin û bi taybet ên li aliyê başûrê navçeyê tijî kirin.

Di destpêkê de şaredariyê ji bo çûn û hatina erebeyan rêyan sererast dike û dê paşê qîr bike.

Her wiha Buroya Xizmetguzariyê û Buroya Fenî li navçeya Til Hemisê ji bo sereraskirina pirên ku ji ber lehiyan zirar dîtine, rewş şopand û yekser dest bi sererastkirina Pira El-Hemido kir ku li ser Rêya Petrolê pira sereke ye û pirên gundê El-Hinwê, gundê El-Alkûlê, pira li ser rêya Ebo Cirin û pira rojavayê bajarok sererast dike. Tê payîn ku Şaredariya Gel a Til Hemisê di demeke nêz de pirên din ên zirar dîtine sererast bike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din