Pirsgirêka ava Eyn Îsayê çareser dibe

​​​​​​​Komîteya Avê ya şaredariya Eyn Îsayê sedema qutbûna avê diyar kirin û bal kişandin ser bergiriyên çareseriya qutbûna avê.

Piştî xezanên avê yên li stasyona ava Eyn Îsayê xerab bûn, ava vexwarinê li navçeya Eyn Îsayê qut bû.Stasyona ava Eyn îsayê 1 km dikeve başûrê navçeyê  û avê dide tevahiya navçeyê.

Têkildarî sedema qutbûna ava navçeyê, komîteya avê ya Eyn Îsayê diyar kirin, ku piştî rêjeya ava Belîx kêm bû, pompeya Zehra ya ku av dida stasyona Eyn Îsayê sekinî.

Her wiha gotin, ji ber Meclisa Sivîl a Reqayê pirên ji ava qelana Belîx hatine çêkirin, sererast dikin.Ji van piran;pira Til Semin a Bakurî ku wekî pireke sereke ya çûn û hatina di navbera Reqayê û bejahiya Bakur de ye.

Her wiha bal kişandin ser ku ji sedî 20 ava navçeyê  ji pompeya Filêhiyê  ye, ew jî 7 km dikeve rojavayê navçeyê.Di heman demê de bi rêya 3 sehrîcan hewl didin kêmbûna avê çareser bikin, lewma 24 seatan sehrîc avê Ii taxên  din ên navçeyên, navendê û gerînendeyên xizmetê dikin, belav dikin.

Nûçegihanên me diyar kirin, ku çaksazên pirên Til Semin gotine, dibe sererastkirina piran 60 rojan dewam bike, her wiha gotin, we 18 vê mehê dest bi kar kirine.

Ji dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ve pirên ji bo ava qenala Belîx hatine çêkirin, xerab bûn.Ji ber dema QSD`ê di pêngava Xezeba Firatê de bejahiya bakur û rojavayê bajarê Reqayê ji çeteyan rizgar dikirin, çeteyan ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin, beşek ji piran rûxandin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din