Pirsgirêka çopa Qamişlo berdewam e

Çopa giştî ya bajarê Qamişlo, li gundê Navkurê yê ku dikeve rojavayê bajarê Qamişlo dimîne. Carnan jî agir bi çopê dikeve. Şêniyên gund ji bêhn û dûmana ku ji agirê çopê derdikeve bi gazin in. Desteya Şaredariyan a Herêma Qamişlo amedekariya projeya vegerandina çopê dike.

Çopa giştî ya Qamişlo tê avêtina gundê Navkurê yê ku 5 km dikeve rojavayê bajarê Qamişlo. Rojane 20 ton çop diçe wir. Di dema şerê li herêmê de şênî li gund nediman. Lê piştî rizgarkirina herêmê û aramiya herêmê şênî vegeriyan gund.

Bi awayek xwezayî bêhn ji çopê tê û ji ber gazên di nava çopê de agir bi çopê dikeve. Dema agir bi çopê dikeve, gund di nav dûmanê de dimînin. Ne tenê  gund taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo jî di nava dûmanê de dimîne.

Şêniya bi navê Edle Hecî Ebdî ya ji gundê Navkurê wiha got: "Em pir ji zehmetiyê ji bêhna agirê bi çopê dikeve dikişînin. Taybet di meha havînê di saetê êvarê de agir bi çopê dikeve.”

Edle Ebdî da xuya kirin ku gelek şêniyên gundên wan bi nexweşiya nefesê, mîna rebo, tengbûna bêhnê, hesasî, iltîhaba qirikê ketine. Elde got: “Çopa kombûyî, bîra ava vexwarinê ya gund qirêj kiriye. Em neçarin avê ji bajarê Qamişlo bînin. Em ji aliyên peywendîdar dixwazin ku zûtirîn dem çareseriyekê bibînin.”

Mervet Doko jî şêniya gundê Navkurê ye. Ew û kurê xwe yê 7 salî ji ber bêhna xirab bi nexweşiya hesasyeta sing ketine. Mervet Doko got: “Ez û kurê xwe ji ber bêhna çopê û agirê pêdikeve, bi hesasiyetê ketin û niha derman dibin."

 Welatiya bi navê Şemsê Mihemed Emîn jî axivî û tekez kir ku azarên wan ne nû ne û wiha pê de çû: “Ev 20 sale em vê pirsgirêkê dijîn. Ez ditirsim ku zarokên min bi nexweşiyan bikevin. Ji ber bêhn û kurm belav dibin.”

Şemsê, Şaredariya Gel a Qamişlo rexne kir û wiha got: "Dema ku çopê dixin erebeyan û wê vediguhêsin, li pişt wan li kolanan dikeve." Şemsê ji Şaredariyan xwest ku tedbîrên pêwîst bistînin da ku azarên wan kêm bibin.

Endamê rêveberiya beşa Hewrîdorê yê Şaredariyan a Kantona Qamişlo Tariq Mihemed tekez kir ku di demên dawî de gelek şîkayet derbarê çopê û dûmana ku jê tê, tên. Mihemed got: “Em dixebitin da ku ji pirsgirêka çopê xelas bibin û çareseriyeke guncaw jêra peyda bikin.”

Komîteyek ji bo parastina cihê çopê û agirvemirandinê hat amedekirin

Derbarê sedemên pêketina agir Mihemed wiha got: “Gelek sedem hene, jê hin kes hene madeyên mîna nûhas, alumînyûm û plastîk kom dikin da ku bifroşin û gelek caran agir pê dixin. Her wiha hin jî ji ber bilinbûna pêla germbûnê, gemar ser hev kom dibe û ji ber hin madeyên kîmyawî agir bi çopê dikeve. 5 malbatên ku di konan de diman û li nêzî cihê gemarê bûn û agir bi çopê dixistin, ew malbat ji wir hatin dûrxistin.”

Mihemed tekez kir ku ew ê qada sergoyê berfireh bikin û komîteyek ji 10 kesan avakirine. Mihemed got: “Dê ew komîte parastina cihê çopê bike û nehêle agir bi çopê bikeve.”

Heman demê de tê payîn ku dê di demek nêz de dest bi projeya vegerandina çopê bê kirin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din