‘Pirsgirêka DAIŞ’ê bi vî rengî demek dirêj berdewam nake’

Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Prof. Dominique Inchauspe diyar kir ku pirsgireka DAIŞ’ê bi vî awayî demek dirêj berdewam nake. Parêzer Luqman Xidir Îbrahîm jî got: “Gefên Tirkiyê kontrolkirina çeteyan zexmet dike.’

Komxebata navnetewî ya tekildarî DAIŞ’ê sê rojan berdewam kir. Nêzî 200 kesên navdar di asta cîhanî de beşdarî komxebatê bûn. Di van sê rojan de terora DAIŞ`ê ji gelek aliyan ve siyasî, leşkerî, aborî, çandî, olî ve, bandora wê li ser jinê, rola jinê di tinekirina terorê de û awayên rêgirtina li pêşiya vejandina terorê, hatin nîqaşkirin.

Di encama komxebatê de gelek pêşniyarên girîng wekî ‘Ji bo tinekirina DAIŞ‘ê di aliyê ewlehî, fikirî, çandî, aborî û civakî de divê stratejiyeke hevpar ji aliyê koalîsyonê û civaka navdewletî ve were dayîn’ hat kirin.

Midûrê Qeydê yê Dîwana Edaletê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî Prof. Dominique Inchauspe û  endamê Komîteya Mafnasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Dadgehkirina DAIŞ’ê  parêzer Luqman Xidir Îbrahîm jî beşdarî komxebatê bûn. Her du kesên navdar dadgehkirina DAIŞ’ê di dadgehek navnetewî de ji me re nirxandin.

Inchauspe balkişand ser dadgehên li Rojavaye Kurdistanê û got: “Li Rojavayê Kurdistanê di sala 2014’an de ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê dadgehek hatiye avakirin. Bingeha dadgehê li vir heye. Gava duyemîn avakirina dadgehek navnetewî li dijî DAIŞ’iyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ava kirin e.”

‘Mînakên dadgehên navnetewî hene’

Inchauspe destnîşan kir ku dadgeha navnetewî ku were avakirin dikare sûcdarên sereke darizîne û wiha pê de çû: “Sûcdarên asta dûyemîn jî dikarin dadgehên herêmî de bên darizandin. Mînakên vê li Almanya jî di sala 1945’an de çêbûne. Di dadgeha Lûmbergê de sûcdarên sereke hatin darizandin. Sûcdarên asta duyem jî li Brîtanya, Emerîka, Îspanya û Fransa hatin darizandin. Ev dadgeh bi salan berdewam kirin.”

‘Pirsgirêka DAIŞ’ê bi vî rengî demek dirêj namîne’

Inchauspe anî ziman ku ev rewşa çeteyan bi vî rengî demek dirêj namîne û got: “Di sala 1945’an de hêzên hevgir li Almanyayê dadgeha Nûrberg ava kirin. Li Tokyoyê jî heman dadgeh hat avakirin. Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gor zagonên navnetewî ye. Pirsgireka DAIŞ’ê bi vî rengî dirêj namîne. Divê dadgeha ku ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê were avakirin, li cihê ku DAIŞ’ê kiryarên dijmirovî kirine, were avakirin.”

‘Pirsgirêka DAIŞ’ê çareser nebe wê carek din nûjen bibe’

Endamê Komîteya Mafnasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Dadgehkirina DAIŞ’ê  parêzer Luqman Xidir Îbrahîm jî got: “Pêwîstî bi komxebatek wiha ji bo nîqaşkirina rewşa çeteyên DAIŞ’ê hebû. Çeteyên DAIŞ’ê sûcên li dijî mirovahî û sûcên jenosayd kirine. Ev sûcên wan dibe sedem ku di dadgehek navnetewî de bên darizandin. Pirsgireka DAIŞ’ê navnetewî ye, ne tenê pirsgireka pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Heger ev pirsgirêk neye çareserkirin wê DAIŞ bi navek din derbikeve û xwe nûjen bike. Divê xebat li dijî hişmendiya DAIŞ’ê bê kirin û dewletên navnetewî jî ji bo vê kar bikin.”

‘Gefên Tirkiyê kontrolkirina çeteyan zexmet dike’

Îbrahîm anî ziman ku lihevkirina hevbeş bi NY û re hebe û wiha got: “DAIŞ’ê li vir sûc kirine û li vir hatine girtin. Hemû belge û delil li virin. Zerer li vir çêbûne. Divê li vir jî bên darizandin. Heger ev pêk neyê jî divê dewletên navnetewî DAIŞ’iyên xwe bigrin û wan li gor zagonên xwe dadgeh bikin. Dadgeha parastina gel ji 2014’an ve liv ir bi biryara Meclîsa Zagonsaz hatibû avakirin. Di vê dadgehê de  gelek kesên ku karê terorê kirine hatin darizandin. Nêzî 7 hezar hemwelatiyên Sûrî hatin dadgeh kirin. Heger li vê dadgeha herêmê nasînek navnetewî bê kirin dibe ku li vê dadgehê bên darizandin.”

Îbrahîm xeteriya girtiyên DAIŞ’ê ji bo mirovahiyê dubare kir û got: “Bi hezaran çete di girtigehan de hene. Ev çete wekî bombeyên zindî ne. Gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kontrolkirina van çeteyên DAIŞ’ê zehmet dike.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din