Pirsgirêka di xetên petrolê yên li Tirbespiyê de tên çareserkirin

Werşeyên xebatê yên xetên petrolê pirsgirêka qulikekê ku di boriyên petrolê de ya li herêma Cerih a girêdayî navçeya Tirbespiyê çêbûye, berî ku bigihêje bendava Mizgeftê bi lez çareser dikin.

Qulika di xeteke petrolê de ya ku di çemê Cerih re yê bi 15 kîlometreyan li bakurê navçeya Tirbespiyê, derbas dibe, hişt ku petrol biherike çem.

Şêniyên gundên derdora çemê, aliyên berpirs agahdar kirin. Gerînendetiya Daristan û Parêzgehan û Gerînendetiya Jêderên Avê yên herêma Cizîrê bi koordîneya bi werşeyên Rimêlanê re bi lez pirsgirêk çareser kirin.

Rêveberiyê stasyona Seîde ya petrolê li navçeya Tirbespiyê Hesen Enter diyar kir ku ev xet nayê bikaranîn, ji ber ku di bin çem re derbas dibe, zingarî bû û qul lê çêbû.

Hesen Enter da zanîn ku werşeyên wan piştî agahdarkirinê yekser dest bi kar kiriye û pirsgirêk çareser bû. Werşeyan tor restore kir da ku careke din petrol neherike çem.

Hesen Enter piştrast kir ku werşeyên wan çem heta dawiya rêça wê paqij kir û berî ku petrol bigihêje gundê El Reş, erka xwe bi dawî kir.

Çemê Cerih yek ji girîngtirîn çemên li navçeya Tirbespiyê ya li kantona Qamişloyê ye, di 7 gundan re derbas dibe û avê dide bendava Mizgeft a girêdayî navçeyê.

(dm)

ANHA


Mijarên Din