​​​​​​​Pirsgirêka Idlib û Sûriyê..Gelo Koronavîrûsê peyman dereng xist?

Pirsgirêka Idlibê her ku diçe bi kûrtir dibe û binpêkirinên agirbestê û sewqiyetên leşkerî ji bo herêmê jî zêdetir dibin. Hemwextî wê yekê daxuyaniyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de nermtir dibin. Çavdêr dibînin ku ev yek nîşaneya peymanekê ye ku ji ber Koronavîrusê hatiye derengxistin.

Duh (pêncşemê) agirbest ket roja xwe ya 28`an, ku car caran li herêmê tê binpêkirin.

Bi berdewamkirina derbasbûna karwanên Tirkiyê re, hejmara erebeyên ku ji destpêka agirbesta nû ve ketine erdên Sûriyê û heta îro dibe 2 hezar û 150 erebe tevî bi hezaran leşkeran.

Peywendiyên di navbera Rûsya, hikumeta Sûriyê û Tirkiyê de yên der barê rewşa Idlibê dewam dikin, ku ya sereke serdana wezîrê parastinê ya Rûsya Sergey Shoigu ji Şamê re û hevdîtina wî bi Beşar El-Esed re bû.

MUZAKEREYÊN RÛSYA Û TIRKIYÊ DI ASTEKE BILIND DE PÊK HATIN

Der barê geşedanên dawîn de, rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê Sûriyê Malik El-Hafiz, wiha ji ANHA`yê re got: "Bi baweriya min, muzakereyên Rûsya û Tirkiyê der barê Idlibê de piştî Protokola Moskovê ya 5`ê Adara borî, gihîştin asteke bilind ji lihevkirina her du aliyan. Em dikarin bêjin ku êdî nêrîneke hevbeş hem der barê çarenûsa komên radîkal ên li bakur, hem jî der barê parvekirina serweriyê, çêbûye."

Malik diyar kir ku rêya "M5" tevî ku dê di demên pêş de bi Tirkiyê re bê parvekirin jî, lê belê bi piranî di bin kontrola Rûsyayê de ye. Her wiha destnîşan kir ku Moskovê gelek destkeftî bi dest xistin, rûbereke berfireh ji gundewarên bakur ku gelek herêmên stratejîk digire nava xwe, bi dest xist û dê di demeke nêz de Rûsya kontrola rêya navdewletî "M4" û herêmên li başûrê M4`ê bike.

El-Hafiz dibîne ku Enqere wê yekê wendahiyeke mezin nahesibîne. Ji ber ku ew nêzîkbûna peymanekê li ser erdê texîn dike ku dê bi saya wê Tirkiye serweriya herêmên li gundewarên bakurê Helebê wekî Til Rifet û Minixê û bajarên Minbic û Kobanê bike, ku heta niha li gorî Malik gelek fikar li ser çarenûsa her du bajaran hene.

TÊKÇÛNA AGIRBESTÊ TÊ DÛRXISTIN

Der barê çarenûsa agirbestê de, El-Hafiz wiha got: "Binpêkirin dê berdewam bikin. Di demekê de ku hêzên radîkal gefan li çarenûsa agirbestê dixwin. Rûsya û Tirkiye û li hev dikin ku dê çarenûsa wan hêzan piştî şer an tunekirin be yan jî vekişandin û ji hev xistin be û dê berê xwe bidin herêmên bakur. Divê ev yek destpêkê berpirsiyariya Tirkiyê be."

Li gorî El-Hafiz, ji ber gelek faktoran têkçûna agirbestê tê dûrxistin, ku yek jê berjewendiyên hevbeş ên Rûsya û Tirkiyê ne ku ber bi  başbûna vê diçin. Dê ev berjewendî bikevin doza Sûriyê, nexasim bi belavbûna şewba Koronayê re.

Malik El-Hafiz bi domdarî wiha got: "Divê em nirxandina şandeyê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pederson ku duşemê pêşkêş kiriye, di ber çavan re derbas bikin. Pederson destnîşan kiribû ku her du şandeyên Şamê û Desteya Dan û Standinê ya opizsyonê di komîteya destûrê de li ser kar û barên gera bê ya komîteyê, li hev kirine. Ev tê wateya ku her du aliyan (Rûsya-Tirkiyê) pêşwaziya peymana Moskovê ya Adara borî kir û niha dema hatiye ku careke din heta demeke ne diyar vegerin aliyê siyasî."

DÊ HTŞ`Ê HETA LIHEVKIRINA BI RÛSYAYÊ RE DER BARÊ ROJHILATÊ FIRATÊ, TU GUHERTINAN PÊK NEYNE

Der barê daxwaza Rûsya ji Tirkiyê ya şerê bi komên terorîst re li bakur rojavayê Sûriyê û amadebûna Tirkiyê ji wê yekê re, El-Hafiz wiha dibêje: "Dibe ku Tirkiye amade be, lê belê ne di dema niha de. Destpêkê rewşa taybet ku Koronavîrusê li ser welatan ferz kiriye, yan din rêwîstiyeke li ser du qonaxan li pêşiya Enqerayê heye. Ya yekê, li bendê ye ku bi rêya peymanê hin herêmên li gundewarên bakurê Helebê bi dest bixe. Dema ev qonax bi dawî bibe dê Tirkiye operasyoneke leşkerî yan sînordar an jî berfireh li dar bixe û komên radîkal li bakur ji bilî "Heyet Tehrîr Şam (Cebhet Nusra berê), hedef bigire. Ji ber ku ji hevxistin an tunekirina vê rêxistinê an jî guhertina wê, heta piştî lihevkirin bi Moskovê re li ser nêrînek hevbeş li rojhilatê Firatê, hatiye taloqkirin. Dê ev yek li gorî dem û geşedanan pêk bê."

…………..

Li ser serdana wezîrê parastinê yê Rûsya ji Sûriyê re, El-Hafiz wiha daxuyand: "Erka Shoigu ya sereke, lêkolînkirina doza şerê li ser erdê bû. Yanî lêkolînkirina çarenûsa heêrmên Idlibê û rojhilatê Firatê. Bawer im, guhertina hevpeymana Adaneyê tiştekî demborî ye. Tê payîn ku pêşxistina peymanê rûberke heta 30 km bigire nava  xwe. Ji bo dewleta Tirk dê dagirkirin bi qasî veguhestina sînorên serweriyê wê ji herêmên sînorî yên bi Sûriyê re, ne girîng be. Dê çareûnsa herêmên li gundewarên Reqa û Hesekê jî, li benda lihevkirineke di navbera QSD`ê û Şamê ya bi sponseriya Rûsyayê bimîne."

El-Hafiz dibîne ku niha nikarin behsa peymaneke nû bikin û peyamên ku pêk bên dê bi rengekî girêdayî peymana mezin û ya dawî der barê Sûriyê de. Her wiha dê bi yekser ne di navbera 2 aliyan de be.

LI IRQA Û SÛRIYÊ STRATEJIYA AMERÎKA Û ISRAÎLÊ LI DIJÎ ÎRANÊ

Der barê helwesta Îranê de jî, Malik El-Hafiz got: "Îran li ser eniyên cuda şer dike. Armanca wê ya sereke jî şerê bi Amerîkayê re ye. Dema ku Îran beşdarî operasyona leşkerî li bakurê Sûriyê bû, diyar bû ku ji bo berjewendiyên xwe li wê herêmê ne ji bo berjewendiyên Şamê, şer dike. Bi wê yekê, Îranê baragehên xwe yên biçûk li gundewarên başûrê Helebê û derdora bajêr, parastin da ku di demên pêş de li wir serweriya xwe li wê herêmê xurtir bike. Tevî ku dê rastî Rûsyayê bê, ku berfirehbûna Îranê red dike. Her wiha dê bi Amerîkayê re û bi bombebaran Israîlê ya domdar li dijî baragehên wê yên li rojhilat, naverast û başûrê Sûriyê re, rû bi rû bimîne."

Malik wiha lê zêde kir: "Bombebaran Israîlê, ji ber stratejiyeke hevbeş bi Washingtonê re pêk tê, ku Israîl erka bombebarana hêzên piştgiriya xwe ji Îranê digirin li Sûriyê bigire ser xwe û Amerîka jî serweriya Îranê li erdên Iraqê bigire ser xwe."

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî Malik El-Hafiz wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Bombebarana Israîlê ranaweste. Nexasim ku Benjamin Netanyahu di demeke nêz de careke din serokatiya hikumetê bi  dest dixe. Tê wateya ku siyaseta welatê wî ya salên dawîn li dijî Îranê, dê dewam bike. Her wiha dê zextên li ser Îranê, siyasetên wê yên derve, aboriya têkçûyî, şewba Koronayê, cezayên Amerîkayê, aloziya petrolê û pirsgirêkên alîgirên wê li Lubnanê û Iraqê, ji bo bi serxistina siyastên xwe bi kar bîne."

(cx)

ANHA


Mijarên Din