Pirsgirêka nan a bajarokê Pêndir çareser bû

Piştî ku firneya nan a bajarokê Pêndir ê girêdayî Kobanê hate vekirin, pirsgirêka kêmasiya nan li bajarok çareser bû.

Li navçe û bajarokên girêdayî Kobanê derdora 14 firneyên nan hene, her yek ji wan li ser  asta gundên derdora xwe dixebite. Di Kobanê de 3 firneyên çêkirina nan hene; Firneya Jinan, Firneya El-Heyat a Nan ji bo koçeberên Eyn Îsa çêdike, Firneya Kobanê ya mezin li ser asta Kobanê dixebite ku rojane derdora 28 hezar û 560 rebteyên nan çêdike.

Beriya demekê şêniyên bajarokê Pêndir ê girêdayî bajarê Kobanê, zehmetiya kêmasiya nan dîtin ku nanê xwe ji gundê Zêrik dianîn lê nan têra hejmara gundiyên Pêndir nedikir. Lê piştî beriya du mehan li navçeyê ji aliyê şêniyekî gund ve firne hate çêkirin, vekirina firneyê bû çareseriya pirsgirêka nan ji Pêndir û gundewarên wê re.

Firneya bajarokê Pêndir bi armanca zêdekirina hejmara nan ji bo şêniyên bajarok Pêndir ku gelek zehmetî ji aliyê kêmasiya nan de didîtin, hate avakirin. Firne rojane ji saet 04:00 heta 1’ê nîvro dixebite. Di firneyê de 13 kes dixebitin, firne rojane 3 hezar rebte nan çêdike.

Berpirsyarê firneya Pêndirê Mihemed Hec Wês got vekirina firneyê girîngiyeke xwe ya mezin heye, ji ber ku beriya firne bê vekirin, gelek zehmetî dihatin kişandin, gelek caran şêniyên b bajarok bê nan diman, ji ber wê jî wan xwest çareseriyekê bibînin û xizmeta gelê xwe bikin.

ANHA


Mijarên Din