Pirsgirêkên ciwanan û rêbazên çareserkirinê mijara panelekî li Qamşiloyê bû

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Cizîrê, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên ku li pêşiya ciwanan derdikevin û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan panelek li dar xist.

Panel bi diruşma "Tu kes nikare li pêşiya ciwanên ku ber bi azadiyê ve dimeşin, bisekinin" li Wargeha Ciwanan a bajarê Qamişlo hate lidarxistin, endam û nûnerên partiyên siyasî û tevgerên ciwanan ên herêma Cizîrê beşdarî panelê bûn.

Panel bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre beşdaran nêrînên xwe der barê pirsgirkên ku li pêşiya ciwanan derdikevin û rêbazên guncaw ji bo derbaskirina van pirsgirêkan de parve kirin.

Beşdaran li ser pirsgirêkên bêkarî û derketina ciwanan a derveyî welat, her wiha krîzên mirovî yên li Sûriyê, di nav de krîza aborî û bandora wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivîn.

Her wiha bal hate kişandin ser mijara şerê taybet û hate gotin, ku beşê ciwanan herî zêde ziyanan ji ber şerê taybet dibînin ku ji aliyê dewletên kapîtalîst û yên mezin ve têne meşand. Her wiha hate diyarkirin ku dewletên kapîtalîst ji bo dûrxistina ciwanan ji çand û nasnameyan wan hemû rêbazan bi kar tînin da ku di encamê de berjewendiyên xwe yên aborî an jî siyasî bi cih bînin.

Ji ber derbaskirina van pirsgirêkan hin pêşniyar derketin pêş, di nav de divê bernameyeke ji bo ciwanan were amadekirin da ku ciwanan bi nasname û çanda wan ve girê bide, her wiha beşdarkirina ciwanan di avakirina biryaran de werin xurtkirin û asta perwerdekirina wan werin pêşxistin.

ANHA


Mijarên Din