Panel ji aliyê rojnamevan Mistefa Kifafî ve hate birêvebirin. Gelek nivisîkar, rojnamevan û kesên bi rewşa kurdî eleqedar dibin di panelê de amade bûn.
Di panelê de nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ê li Misirê Sîhanok Dîbo û mamosteyê di Zanîngeha Ezher Mehmûd Zayid axivîn.
Nivîskar Fadî Akûm di pirtûka xwe ya bi navê "Kurd di nav xewnan de û li ser erdê" balê dikişîne ser berxwedana gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya neteweya demokratîk dike û vê projeyê wekî pêşengtiya xeta demokrasiyê li Rojhilata Navîn pênase dike.
Her wiha balê dikişîne ser aliyên siyasî û civakî yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zextên li ser gelê Kurd, ji şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê heta têkiliyên wê bi hikumeta Şamê re, astengiyên li hemberî tecrubeya siyasî û têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dike.
Endamê Desteya Hevserokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser pirtûkê wiha got: “Pirtûka mamoste Fadî Akûm wekî wêneyên ji berxwedana Kurdan a li hemberî şerên dawîn ên qirkirinê ku li dijî wan pêk tê. Tevî ku gelê Kurd tenê dixwaze hin mafên xwe yên demokratîk li welatên ku lê dimînin, bi dest bixe û niyeta wan a avakirina dewleteke neteweyî ya ne li gorî dîrok û xwezaya Rojhilata Navîn tune ye. Ji ber ku dewleta yek netewe ji bo gelên herêmê karesatek bi xwe re anî û bû sedema hemû komkujî û qirkirinan.”