Pirtûka `Xewna meha dehan` hate mohrkirin

Nivîskar û hunermend Rojîn Mihemed Mûsa pirtûka xwe ya yekemîn bi serenav "Xewna meha dehan" di şahiyekê de li Weqfa Jin a Rewşenbîr mohr kir.

Weqfa Jinên Rewşenbîr şahiya mohrkirina pirtûka nivîskar û hunermend Rojîn Mihemed Mûsa bi navê "Xewna meha dehan" lidar xist.

Şahî li Parka Xwendinê ya li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi tevlibûna komek rewşenbîr, nivîskar û endamên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî lidar ket.

Nivîskar di pirtûka xwe de behsa azarên gelê Sûriyê bi gistî û gelê Kurd bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û Rojava dike.

Di şahiyiê de bavê nivîskar Rojîn û sekreterê giştî yê Partiya Çapgir a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Mûsa got: "Ez nikarim hestên xwe biwesfînim. Ez bi keça xwe gelek serfiraz im ji ber ku azarên gelê Kurd ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê Kurdî di pirtûka xwe de  rave kir. "

Ji aliyê xwe ve Rojîn Mihemed got: "Armanca min ji nivîsandina pirtûkê ew e ku nifşên pêşerojê rewûa gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya tahl nas bikin. Her wiha binpêkirinên li dijî wan hatine kirin ji kuştin û koçberkirin bizanibin. Heta ku wêneya welat di hişê wan de neyê jibîrkirin."

Rojîn di dawiyê de got: "Wek gelê Kurd me tu rojek xweş nejîn. Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li hember zordaran berdewam bikin. Em gavek paşde navêjin." Rojên bang li ciwanan kir ku sûd ji demên xwe bigirin û hewl bidin xewna welatê xwe bi rêya pênûsan pêk bînin.

Di dawiya şahiyê de Rojîn Mihemed Musa mohr kir û li beşdaran belav kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din