Pirtûkxaneya Reqayê ji nû ve vedibe

Pirtûkxaneya Navenda Çandê ya bajarê Reqayê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ‘ê de hatibû talankirin û şewitandin, ji nû ve vedibe û heta niha 7 hezar pirtûk lê kom kirine.

Navenda Çandê ya Reqayê yek ji navendên mezin ên çandê yên Sûriyê ye, lê ew jî ji sûcên çeteyên DAIŞ`ê bê par nema.  Çeteyan Navenda Çandê bi temamî rûxand û hemû pirtûkên tê de şewitandin ku hejmara wan zêdetirî 100 hezarî bû.

Navenda Çandê bi armanca ku pirtûkxaneyê ji nû ve veke û pirtûkan lê kom bike, pêngaveke bi navê "Pirtûkekê bide min" dabû destpêkirin.

Hin hezkiriyên pirtûkan, di serdema dagirkirina bajêr de, hin pirtûkên xwe ji çeteyan veşartibûn û piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD`ê ve di Cotmeha 2017`an de, pirtûk vegerandin pirtûkxaneyê.

Berpirsê pirtûkxaneya Navenda Çandê Hemze El-Hemzawî wiha axivî: "Min pirtûk ji şêniyên ku nirxê pirtûkan dizanin, kom kirin. Ji destpêka vekirina navendê ve me zêdetirî 7 hezar pirtûk kom kirin. Lê heta niha em nikarin pirtûkan ji bo xwendinê bidin tu kesî ta em arşîva pirtûkxaneyê bi dawî bikin, lê belê derfeta xwendinê heye ku li pirtûkxaneyê bixwînin. "

El-Hemzawî bi bîr xist ku wan bi dirûşma ‘Pirtûkekê bide min‘ hemleya komkirin û vegerandina pirtûkan organîze kiribû.

Her wiha El-Hemzawî xuya kir ku bajarê Reqayê paytexta kurteçîrokan bû, bi dîrok û rewşenbîrên xwe mîna Ebdilselam El-Ecêlî û bi pirtûxaneya xwe mîna Pirtûkxaneya Bor Seîd ku yek ji pirtûkxaneyên herî kevn e, dihat naskirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din