Pisgirêkên xizmetguzarî yên li navçeya Til Hemîsê hatin nîqaşkirin

Pirsgirêkên ku di demên dawî de li navçeya Til Hemîsê derketine qutbûna av, kehrebe û nan hatin nîqaşkirin.

Di demên dawî li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê pirsgirêkên av, kehrebe û nan derket. Şêniyên navçeyê ji Mûdîriyeta Enerjiyê û Komîteya Avê ya kantona Qamişlo xwestin ku ev pirsgirêk werin nîqaşkirin. Li ser vê meclisa kantonê civîneke li dar xist. Di civînê de nûnerên navçeyê û nûnerên meclisa kantonê û buroya enerjiyê ya kantonê amade bûn.

Civîn li navenda çandê hate lidarxistin. Endama Meclisa Kantona Qamişlo Rojîn axivî û got, divê şêniyên navçeyê bi rêveberiya meclisa navçeyê re bibin alîkar, ji ber ku şênî bi domdarî banga girîngiya dabînkirina kehrebeyê dikin. Lê ev di dema heyî de ne mumkin e.

Rojîn diyar kir ku pirsgirêka kehrebeyê giştî ye, lê li navçeya Til Hemîsê cûda ye ji ber ku alternative wekî ampîr jî nine û wiha domand: "Heke ampîr jî tunebe, çareserî nine, Ji ber îmkanên di destê buroya enterjiyê de têrê nake, sedema vê pirsgirêkê dewleta Tirk ku ava çemê Firatê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kiriye, di encamê de asta ava bendavên ku kehrebeyê derdixin, qut kiriye.

Têkildarî pirsgirêka avê jî, rêvberê navçeya Til Hemîsê û rûspiyan diyar kir ku çareseriya tekane divê depoya sereke ya avê were nûkirin, 4 cenartorên avê ji bo bîrên serek werin dayîn. Ji bo gundan jî divê bi awayekî lezgîn sarîc werin peydakirin heta astasyonên avê werin sererastkirin, ji ber ku stasyonên avê li ser kehrebeyê dixebitin, qutbûna avê girêdayî qutbûna kehrebeyê.

Şêniyan bal kişandin ser kêmbûna ard ê ku didin firneyan û destnîşan kir ku hin firne hefteyê du caran nan lê dixin, ev yek pêwîstiya 90 gundan bi cih neanîne. Her wiha hate gotin ku Desteya Aborî erê kiriye ku 4 ton ard bide firneyên da ku hewcedariya gundiyan ji nan bi cih bîne.

Cîgira hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Fatima El-Etiya, Desteya Enerjiyê rexne kir ku kehrebeyê rojê çend saetên tenê dide ew jî ne berdewam e û got, divê pirsgirêka peydakirina sarîcên ava vexwarinê were çareserkirin. Fatima got: "Danyîna kehrebeyê rojane du saetan dê pirsgirêkê çareser bike."

Rûsiyê êşîra Bû Xalib li Til Hemîsê Xalid El-Nayif, rêveberiya Til Hemîsê rexne kir ku serdana şêniyan nake û sedema pirsgirêkên navborî ji wan re şîrove nake.

Cigîrê hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo Silêman Xelîl got, divê şênî bi rêveberiyê re bibin alîkar da ku ev pirsgirêk werin derbaskirin.

Hevserokê Buroya Enerjî û Vegihînê ya herêma Cizîrê Ziyad Rustem jî diyar kir ku pirsgirêka kehrebeyê giştî ye, sedema vê yekê êrişên dewleta Tirk  a dagirker û dagiririna navenda kehrebeyê ya li Mebrûkayê ye.

Rustem her wiha destnîşan kir ku stasyonên sereke yên kehrebeyê li herêmê hene, lê ne di xizmetê de ne ji ber ku ji aliyê çeteyan ve hatine rûxandin. Rustem got, Buroya Enerjiyê dê di saetên bi şev de kehrebeyê bide, ji ber ku barê li ser teransên li ser herêmên din kêm bibe.

ANHA


Mijarên Din