Pispor: Bi qasî 20 milyar dolar zirar di aboriya Tirkiyê de pêk hatiye

Li gorî pisporan ji ber hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li gelek welatên Ereban bi qasî 20 milyar dolarî zirar di aboriya Tirkiyê de pêk hatiye. Pisporan piştrast kir ku boykotkirina kel û pelên Tirkiyê bi rêjeyeke mezin bandorê li aboriya Tirkiyê dike û aboriya welatên Ereban xurt dike.

Pisporên aboriyê ji rojnameya Şerq El-Ewsat re diyar kir ku ji ber hemleya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li gelek dewletên Ereban, bi qasî 20 milyar dolar zirar di aboriya Tirkiyê de pêk hatiye.

Têkildarî mijarê, karsaz Loey El-Teyar ji rojnameyê re wiha got: “Rawestandina kirîna kel û pelên Tirkiyê bi awayekî yekser bandorê li aboriyê Tirkiyê dike. Ji ber ku sûka Siûdiyê ya kel û pelên Tirkiyê di aliyê cil û berg û gelek berhemên din de, ya herî mezin e. Ew zirarên ku gihaştine aboriya Tirkiyê, dê barekî giran li ser rayedaran çêke.”

Aborînasê ji Erebistan Siûdî Merwan El-Şerîf jî wiha got: “Guhertinên piştî hemleya boykotkirinê di aboriya Tirkiyê de pêk tên, dê pîşesaziyên herêmî yên cuda xurt bike û dê ji bo qonaxa pêş bikare valahiyê dagire û bibe alternatîf. Her wiha dê sûka herêmî li şûna kel û pelên Tirkiyê, deriyên xwe ji kel û pelên kalîteya wan baş û bi nirxên guncaw re veke.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Mexrib û Lîbyayê li ser bangewaziya serokê Odeya Baziraganiyê ya Erebistana Siûdî Eclan El-Eclan hemleyên boykotkirina kel û pelên Tirkiyê dest pê kir.

(cx)


Mijarên Din